​​​​​​​Komploya Navneteweyî… berjewendiyên dewletên ku tev li komployê bûne

Hêzên navneteweyî, di serî de Amerîka, dewleta Tirk û Mossada Îsraîlê tev li Komploya Navneteweyî ji bo revandina rêber Abdullah Ocalan bûn. Armanca wê jî ku Kurdan belav bikin û tevgerên rizgariyê tune bikin.

​​​​​​​Komploya Navneteweyî… berjewendiyên dewletên ku tev li komployê bûne
10 sibat, 2022   01:47

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan derbasî sala xwe ya 23`an bû û ev yek di nava tecrîdeke giran ku li Îmraliyê tê ferzkirin, tê kirin.

Di vê dosyayê de emê balê bikşînin ser dewletên ku tev li komployê û armancên wan. Berjewendiyên dewletên ku beşdar bûne ji komplo çi bûn. Rêber Ocalan ev hemû di gelek pariznameyên xwe de ku di zindanê de nivîsandin, nirxand. Me jî hin ji wan ji we re vegot.

Di Çileyê 1988`an de li bajarê New York ê DYA`yê mûnawreyek bi navê "Fetisandina serhildana rojhilatê Tirkiyê ji aliyê artêşa Tirk û artêşa DYA`yê ve" hate lidarxistin. Ji wir hevkariya Amerîka-Tirkiyê bi awayekî eşkere dest pê kir. Ew jî ji bo rasthatina li dijî PKK`ê û tunekirina wê her wiha tunekirina rêveberên wê, peymanên ewlehiyê ku di navbera dewletên NATO`yê de hatine îmzekirin.

Ji destpêka sala 1989`an de dewleta Tirk dest bi pêngaveke navneteweyî ji bo derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê kir. Gelek caran gef xwar ku dê şerê wê bike. Belavbûna Erebî û dûrbûna wan ji dozên sereke di keysbazkirina Sûriyê di gelek dosyayan de ji wan dosyaya ewlehiyê ya girêdayî şerê Erebî – Îsraîlê, keysbaz kir. Tirk bi Îsraîlê re sekinî û destek da wan. Her wiha Lîwa Îskenderon ku dewleta Tirk di salên 30`î ji sedsala borî de stand. Dozên belavkirina ava çemê Firatê ku heta van kêliyan nehatiye çareserkirin. Îsrara dewleta Tirk di avakirina bendavan û serweriya wê li ser çem ber bi dewletên derdor ve weke Sûriyê û Iraqê ku çem weke çemekî tirkî diyar dikin û di wan dewletan re derbas dibe. Ji mafê w êye ku qut bike dema ku were xwestin. Doza hebûna rêbe Ocalan li ser xaka Sûriyê dozeke din li dozên daleqandî di navbera her du dewletan de zêde bû. Bi erkdarkirina Beşar El-Esed weke Serokê Sûriyê di ser van dosyayan tevan re hate qefizandin.

Komploya ku di encama wê de rêber Ocalan dîl hate girtin weke redkirin û binpêkirina çi projeyên ku banga azadî, demokratîk û wekheviyê li herêma Rojhilata Navîn, dike.

Rêber Abdullah Ocalan wiha dibêje: "Dîroka hatina min ji Tirkiyê re di 15`ê Sibatê de bû. Di vê dîrokê de komplo li dijî Şêx Seîd di 15`ê Sibata 1925`an de hate lidarxistin. Her wiha biryara darvekirina min di 29`ê Hezîrana 1999`an de bû piştî darizandineke şeklî li Cizîrê. Nêzî şanoyekê bû. Di demeke ku Şêx Seîd bi gurûpeke hevalên xwe re hate darvekirin."

ÇIMA OCALAN?

Komploya Navneteweyî di rastiyê de li dijî rêber Abdullah Ocalan bû. Ew jî ji ber gelek xalan. Ji wan ku hemû şoreşên Kurdî yên beriya damezirandina PKK`ê bi tunebûna rêveberên wan, hatin tunekirin. Her wiha hemû şoreşên ku bi şreşan dest pê kir ne xwedî taybetmendiyên ku dikarin yekitiya gel ava bikin. Lê felsefeya rêber Ocalan ji hemûyan cûda bû.

Rêber Ocalan rêberekî pêşeng bû. Xwedî sîstemeke îdyolojîk bû ku dikare bandorê li aliyê cîhanî jî bike. Ji ber wê jî normale ku ev bandora îdyolojîk bibe xwedî cihek ku dikare bandorê li tevger û gelên cîhanê bike. Her wiha bi vê yekê gefan li sîstema heyî ya cîhanê dixe. Bi pergala xwe ya çînayetî, ku barekî giran li ser gel û civakên mirovî ye. Ev yek bû sedem ku rêbertî bibe armanc. Ji ber vê yekê dewlet bi Tirkiyê re û ji bo tunekirina wî komplo pêk anî. Gelo armancên wan dewletan çi ne?

YEWNANISTAN

Rola Yewnanistan dijmina Tirkiyê ji xetertirîn rol di komployê de bû. Gelek pirs li derdora temenê ku li beramberî hevkariya wê bi dewleta Tirk re girtiye, çêbû.

Ji destpêkê de diyar bû ku Yewnanistan di doza rêber Ocalan û PKK`ê de neyînî bû. Dostên kurdan ên yewnanistanî nikarîbûn bandorê li hikumetê bikin ku bi awayekî rasterast bi fermana Serokê Amerîkayê Bill Clinton de hate kirin.

Yewnanistan bû berpirsê du tiştan di dozê de. Yê yekemîn ku kesekî berê xwe da Yewnanistanê û tu doz li dijî wî li wî welatî tune bûn. Her wiha radestî dijmin hate kirin bêyî ku tu rêbazên qanûnî di ber çavan re were derbaskirin. Yê duyemîn ji ber berpirsên Yewnanistanî qanûn binpê kir, bi radestkirina rêber Ocalan ji Tirkiyê re jiyana wî rastî xeteriyê anîn û cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Wezîrê Edaletê yê Yewnanistanê Evan Angelos Yiannopoulos mukir hat ku toreyên tevna Mosad a istixbaratên Yewnanistanê, hate binpêkirin.

Di hevdîtina parêzerê rêber Ocalan ê ku bi eslê xwe yewnanî Giannis Rachotis re, derbarê destwerdana Yewnanistanê di dosyaya revandinê de, pêkanîna xwestekên Tirkiyeyê û helwestan gel li hemberî kiryarên hikumeta Yewnanistanê de wiha got: "Her kes pir xemgîn bû. Di sala 1999`an de dema ku me bihîst ku Yewnanistan bi radestkirina Ocalan ji dewleta Tirk, li qada destûrê li pêşiya avahiya parlementoyê xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin û 3 wezîr neçar kir ku îstifaya xwe bidin. Wezîrê Karên Derve Theodoros Bangalos, Wezîrê Karên Hundir Alexos Papadopoulos û Wezîrê Disîplîna Civakî Philippos Petsalnicos. Ew jî nîşaneyeke reş li dijî Yewnanistanê bû. Dibe ku ya mezintirîn di dîroka wê de be. Bi asta ji îxanetê bu. Yewanistan qet pêk neanîbû û texmîn nake ku tu dewleteke sivîl xiyanetên bi vê awayî pêk anîbin û di dîroka Ewropî ya nûjen de nehatibû kirin.

Di doza Ocalan de tu hincetên radestkirina wî tunebû ji bilî vê yekê ku Yewnanistanê kesên ku weke terorîst li wan digeriyan, weke tevgera (RAF) a elmanî yan jî endamên Tûgayên Sor ên Îtalyayê radestî wan kir. Hincet û gunehên ku radestkirina wî îzahet kir. Wiha digotin: "Wan kesek yan jî tiştên din kuştin. Hin ji wan hatin darizandin. Lê derbarê Ocalan têkiliyên xurt di navbera PKK`ê û Yewnanistanê hebûn. Li vir dibe xiyaneteke mezin hebe ku tu dewletan ev yek beriya niha pêk neaniye. Rêber Ocalan ji têkiliya xwe bi Yewnanistanê re bawer bû.

BRÎTANYA

Beriya Komploya 15'ê Sibatê jî Îngilistan wek lîstikvaneke sereke ji bo tesfiyekirina rêber Abdullah Ocalan bi rola xwe radibû. Rêber Abdullah Ocalan vê rewşê wiha rave dike: "Dema ku em hîna li Şamê bûn, Îngilistan û Amerîkayê qasid şandin da ku ji me re bibêjin ku em li gorî siyasetên wan ên Rojhilata Navîn tev bigerin, heke na, em ê jî bên tesfiyekirin. Min teklîfa wan a hevkariyê red kir. Min got em xeta azadîparêz û serxwebûnê ya li gorî berjewendiya gelan bernadin. Piştre Talebanî hat cem min û ji min xwest ez vê biryara xwe ji nû ve binirxînim û got "Ocalan te çi kir, te serê xwe kir belayê!" û hewl da min îqna bike da ku bi wan hêzan re hevkariyê bikim. Lê min ew jî red kir. "Ez mirovekî xwedî prensîb im, xeta min a ji bo gelan heye, şervanekî azadiyê me ku utopyaya bi hezaran salan a gelan a azadiyê temsîl dikim, ez nabim şervanê hinekên din." Ji ber ku min wiha got, biryara tesfiyekirinê dan. Digotin bi tesfiyekirina min re dê PKK jî bê serî bimîne û ji hev belav bibe.

ALMANYA

Almanya bi dehan ji kadro û alîgirên PKK’ê girtin û xistin girtîgehan û demên dirêj di girtîgehan de man. Her wiha dest bi hemleya "pêşîgirtinê" kir anku sekna li hember PKK’ê û rêber Abdullah Ocalan.

Almana xwest blokeke Kurd ji PDK’ê û Partiy Sosyalîst a Kurdistanî û ji bermahiyên PKK’ê di çarçoveya planeke qanûnî de ava bike. Ji ber ku zanî nikare PKK’ê kontrol bike û kedên mezin ji bo pêşîgirtinê pêk anîn.

Gelek kiryar di çarçoveya Gladyo de pêk anîn. Ji ber navenda birêvebirinê li Almanayê ye, dewleta Alman yekemîn dewleta ku biryara ragihandina PKK’ê rêxistineke terorîst da. Almanya û navenda tora Gladyo ya girêdayî NATO’yê û şaxên wê li Tirkiyê û hêzên ewlehiya hundirîn a Tirkiyê PDK’ê ber bi xwe ve kişandin ku êrişên dijberî PKK’ê di çarçoveya plana hatiye danîn de rewa bikin.

MOSSAD

Bi salan re, belgeyên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêbertî her wiha rola kesên di vê yekê de hatin eşkerekirin. Rola îstîxbarata Îsraîlê jî eşkere bû. Nivîskar û lêkolînerê ewropî yê navdar  Jordan Thomas li ser çawaniya girtin û revandina rêber Ocalan li paytexta Kenya Nairobî, piştî rêzeçalakiyên Mossadê di gelek dewletên ewropî ku rêber Ocalan berê xwe didaye de nivîsî û wiha got: "Serokwezîrê Îsraîlê yê wê demê Benjamin Netanyahu her tim bi serokê saziya Mossadê Ephraim Halevy re heta dawiya Mijdara 1998’an diaxivî bi taybet piştî serokwezîrê Tirkiyê yê berê Bulent Ecevit pê re axivî û alîkariya Mossad di revandina rêber Ocalan de xwest."

Li gorî nêrîna nivîskar, sedemên ku hiştine Îsraîlê xwesteka dewleta Tirk pêk bîne ew in ku pêdiviya wê bi xurtkirina têkiliyan bi dewleta Tirk re hebû. Da ku stratejiya xwe ji bo pêşxistna dîplomasiyê li herêmê pêk bîne. Ji ber wê Netanyahu soz da Ecevît ku xwesteka wî pêk bîne û ferman da ku Ephraim Halevy ku bi çi temenî dibe bila bibe Ocalan bibîne û ew yek bi navê operasyona "reş" bi nav kir.

AMERÎKA

Rêber Abdullah Ocalan li bersiva pirsa li ser çawaniya berjewendiyên hevbeş ên hemû aliyan di vê komployê de da, bi taybet têkildarî Amerîka di parêznameya xwe ya Atînayê de da û wiha dibêje: "Amerîka di vê alîkar û destekdayînê de şanseke derûnî dît ku careke din nayê, da ku dewleta Tirk bi xwe ve girê bide ku ew jî hevalbendeke stratejîk ya wê ye. Amerîka bi vê kiryara radestkirinê, sûd ji dewleta Tirk girt û çalakiyên xwe li Rojhilata Navîn, Asya Navîn û dewletên Balkanan berfireh û xurt kirin. Her wiha ev yek ji bo Brîtanyayê jî derbasdar e. Îsraîl jî bi rola xwe ya di vê bûyerê de girîngî û çarenûsa têkiliya stratejîk a ku bi dewleta Tirk re çêkiribû, nîşan da.

Rola fikirînê ya Îsraîlê li ser qadên din jî mîna Keya jî berhemdar bû. Lê gelo qezenca komarê Hellenik di wê yekê de çi bû? Beriya her tiştî fermana Amerîka pêk anî, piştre desteka Amerîka li hember Qibris û Ege yê girt.

“Ji helwesta kirêt ê wezîrê karên derve yê Yawnanistanê yê wê demê Pangalos diyar bû ku dawiya min mirin e. Bi mirina min re dewleta Tirk dê siyaseta kuştina kuçik bi kuçikan bide meşandin. Ji bo wê bi rêya vê siyasetê dê bi ser keve. Her wiha ji vê helwestê diyar dibe ku berjewandiyên taktîkî hebûn. Hemû hesab li ser min hatinbû dayîn û orgenîzekirin ku ez dest bi berxwedaneke kor bikim ku di dawiyê de bimirim. Heta di rojnameyên li Atînayê de gelek gotar di vî warî de hatin nivîsandin ku tenê roj li ser mirina min maye.” 

Rêber Ocalan wiha dibêje: "Armanca Amerîka ji projeya Rojhilata Navîn a mezin, derketina neteweperestiyên tund û dewletên neteweperest bû û hewl da ku wan li hember hev du bi kar bîne û ew heta sedsalekî din hegemoniyê li ser Rojhilata Navîn bike. Diyar e tu cihên tevgerên rizgariyê di vê projeyê de tune ye. Ji ber wê têkiliyeke xurt di navbera projeya Rojhilata Navîn a Mezin ya DYA’yê de û radestkirina min ji Tirkiyê re bi komployekê heye. Tê zanîn ku merheleya ku di 2003’yan de derketiye gotina min piştrast dike. Ji ber ku em altarnatîfa rasteqîn a sêyemîn in ku parastina yekitiya demokratîk a gelan li hember hevsengiyên hêzên hegemon li ser gelên Rojhilata Navîn ferz dikin an jî bijartiya lêvegera hêzên herêmî ne dikin, em di hedefên îdeolojî û siyasî de ne."

RÛSYA

Der barê bandorên aborî yên komployê de, divê were destnîşankirin ku beşdarên komployê bi hev re beşdarî projeyên aborî bûn. Rûsya ya ku rewşên aborî yên dijwar dijiya, bi beşdariya di vê komployê de projeya "Blue Stream" wergirt û Îtalya jî beşdarî vê projeyê bû.

Projeya "Blue Stream" xeta boriyên gazê ya sereke bi rêya Deryaya Reş gaza xwezayî ji Rûsya derbasî Tirkiyê dibe. Ev xet bi rêya şîrketa xeta boriyên Blue Stream ku navenda Holanda ye hata avakirin. Ev şîrketeke hevpar di navbera Gazprom a rûsî û Enî ya îtalyayî da ye.

Derbaskirina gazê ji Rûsya ber bi Tirkiyê ve di Sibata 2003’yan de pêk hat. Lê bi sedema nakokiya bihabûnê ya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de merasîma vekirina fermî di 17’ê Mijdara 2005’an de li stasyona Duroso ya pîvan gazê hat lidarxistin. Di merasîmê de Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Erdogan û serokwezîrê Îtalya Silvio Berlusconi amade bûn.

Ne ev tenê, lê belê Rûsya qerz ji sendoqa pereyan a navneteweyî bi mîqdara 10 milyar dolar li beramber beşdariya di vê komployê de wergirt.

Li gel beşdariya van dewletên komploger, PDK’ê roleke pêşeng di Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan de bi rêya hevkariya bi wan re, lîst.

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan pêk hatiye, bi destê îstîxbaratên Îsraîlê, Amerîka, Brîtanya, Kenya û Yewnanistanê pêk hatin û ji hêla dewleta Tirk ve bi hemleya hedefgirtina rêbertî li Sûriyê de hate destpêkirin. Lê ji bona wê yekê, dewleta Tirk erêkirina ji Amerîka û Îsraîlê wergirt ku dest bi qonaxên tesfiyekirina doza Kurd û derxistina nakokiyan di navbera gelên Kurd û Tirkiyê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de bike. Her wiha dewleta Tirk rêzegefên êrişkirinê li ser Sûriyê xwarinê ku rêber Ocalan ji Sûriyê derkeve û mafên penabertiya siyasî li Yewnanistan, Rûsya, Îtalya û gelek dewletên dîtir nedan rêber Ocalan. Tevî ku parlamentoyên van dewletan ev maf dida. Lê li dawiyê piştî di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenya Naîrobiyê hate revandin, hate dîlgirtin. Destê komên taybet ên Mossada Îsraîlê di şopandin, revandin û radestkirina rêber Ocalan ji Tirkiyê yê sereke bû.

(bx-fr)