Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin

Bi rasthatina salvegera 23`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê û Koordînasyona Kangra Star a kantona Kobanê rêzecivîn li dar xistin.

Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
Li Kobanê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civîn hatin lidarxistin
9 sibat, 2022   16:43
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, armanc û rastiya wê civînek li dar xist. Malbatên Şehîdan ên Kantona Kobanê tev li civînê bûn.

Civîn li hola Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, hate lidarixstin.

Bi heman boneyê, Koordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê civînek li dar xist. Civîn bi beşdariya bi dehan jin li taxa Şehîd Yehya ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Di her du civînan de li ser Komploya Navneteweyî, armanc û aliyên destên wan tê de heye, senivîzyon hatin pêşandan.

Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên tê payîn heta 14`ê Sibatê li dar bikevin, berdewam bikin.

(eh)

ANHA