​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker li Amûdê li erebeyeke din xist

Artêşa Tirk  a dagirker li navçeya Amûdê erebeyek topbaran kir.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker li Amûdê li erebeyeke din xist
9 sibat, 2022   16:20
HESEKÊ

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku erebeyeke sivîlan ku ji navçeya Amûdê diçû navçeya Dirbêsiyê û li gundê Xerzê xirab bibû, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate topbarankirin. Ji ber topbaranê tu wendahiyên mirovî çênebûn.

Piştî topbaranê, hêzên Rûsyayê berî dan cihê bûyerê.

ANHA