Di topbarana li ser gundê Ereb Hesen de 2 jin birîndar bûn

Di topbarana dijwar a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Ereb Hesen ê Minbicê de 2 jin birîndar bûn.

Di topbarana li ser gundê Ereb Hesen de 2 jin birîndar bûn
9 sibat, 2022   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê li bakur rojavayê Minbicê bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de jina bi navê Xedîce Elo (23) û Rîham El-Hisên (18) birîndar bûn.

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî rojavayê gundewarê Minbicê, rojhilatê gundewaê Babê û rojavayê navçeya Zirganê topbaran dike.

(şx)

ANHA