Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd Hesen ku di Pêngava Gurzê Gelan de li Hesekê şehîd bûbû, oxir kir.

Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin
Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin
Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin
Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin
Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin
Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin
Şervanekî QSD'ê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû hate oxirkirin
9 sibat, 2022   13:21
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê ber bi navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ve ketin rê ji bo ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Hemîd Hesen bibin û piştre ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve çûn.

Li goristanê Saziya Malbatên Şehîdan merasîmeke oxirkirinê li dar xist. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Misto di merasîmê de bal kişand ser qehremaniya QSD’ê û berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê.

Edle Misto got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê êrişa çeteyên DAIŞ’ê de û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên me de li kêleka hêzên leşkerî sekinîn û ji hemû cîhanê re îspat kir ku ew li ser şopa şehîdên xwe ne."      

Fermandarekî QSD'ê Umran Orkêş jî got: "Bi saya şehîdan ev gel ji hovîtî û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên dewleta Tirk rizgar bû. Em wek QSD soz didin gelê xwe ku em ê li ser şopa şehîdên wekî Hemîd û hevrêyên wî bin."

Orkêş wiha dom kir: "Me soz da gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî her hêzeke ku ewlehî û aramiya vî gelî dike hedef, xebat û têkoşînê bimeşînin.”         

Wesîqeya şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rizgar Mihemed ve hate xwendin û radestî malbeta şehîd hate kirin û cenazeyê şehîd Hemîd Hesen hate veşartin.

(dx)

ANHA