​​​​​​​Di êrişa hikumeta Şamê ya li ser deriyê Ebû Zendên de 4 çete birîndar bûn

Di êrişa hêzên hikumeta Şamê li ser deriyê Ebû Zendên de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa hikumeta Şamê ya li ser deriyê Ebû Zendên de 4 çete birîndar bûn
9 sibat, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê deriyê Ebû Zendên ê li Babê û di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de ye topbaran kir.

Di encamê de 4 çete birîndar bûn, rewşa 2 ji wan xeter e. Her wiha agir bi odeya nobetdariyê ket.

(şx)