​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir

Meclisa kantona Hesekê ya herêma Cizîrê dest bi belavkirina alîkariyên mirovî li taxa Xiwêran a başûrê Hesekê kir û di roja yekemîn de li ser 140 malbatan alîkarî belav kir.       

​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr belav kir
9 sibat, 2022   12:47
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser îro alîkariyên mirovî li kesên ku ji ber êrişa çeteyên DAIŞ'ê zirar dîtine li taxên Xiwêran û Zihûr ên bajarê Hesekê, belav kirin.

Meclisa navçeya başûrê bajarê Hesekê alîkarî li 140 malbatên taxa Xiwêran belav kir, piştî ku roja şemiyê 2 kamyonên alîkariyê wergirtibûn.

Di nav alîkariyên ku hatin belavkirin de, birinc, savar, rûn, ava bacanan, şekir, çay û hwd hene.

Rêveberekî Meclisa navçeya başûr Ebdulkerîm El-Selman ji ajansa me re piştrast kir ku meclisê îro dest bi belavkirina alîkariyê kiriye.

Têkildarî awayê belavkirina alîkariyê El-Selman diyar kir ku belavkirin bi rêya lîsteyên nav û hejmaran bi rêya meclis û komînên li taxan pêk tê.

(dx)

ANHA