​​​​​​​'DAIŞ li herêmên dagirkirî xwe bi rêxistin dike û destekê werdigire'

Hisên El-Şêx diyar kir ku DAIŞ ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de her cûre destekê digre, van herêman weke navend bikar tîne. El-Şêx destnîşan kir ku ji bo çete bên darezandin divê Rêveberiya Xweser bê nasîn.

​​​​​​​'DAIŞ li herêmên dagirkirî xwe bi rêxistin dike û destekê werdigire'
9 sibat, 2022   05:18
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Piştî têkbirina erdîngarî ya çeteyên DAIŞ’ê di 23’yê Adara 2019’an de, hîna jî cîhan rûbirûyî xeteriya çeteyên DAIŞ’ê ye ku şaneyên wê yên veşartî li Sûriyê û Iraqê çalak in.

Ji êrişên ku DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne xeteriya wê eşkere dibe. Herî dawî di 20’ê Çileya borî de êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û hewldana revndina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên girtî ji girtîgehê bû.

Tevî vê yekê, cîhan hîna li hember dosyaya DAIŞ’ê di helwesta xwe ya temaşeker de ye. Lê diviyabû bangên Rêveberiya Xweser û QSD’ê yên wergirtina her dewlet ji welatiyên xwe yên DAIŞ’ê re û darizandina wan bibersivanda.

‛DAIŞ LI BENDA ÇIRÛSKA YEKEMÎN E KU JI NÛ VE XWE AVA BIKE’

Têkildarî vê yekê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx wiha got: "Xeteriya DAIŞ’ê ne kêm e. Ew xeteriyek li ser astên herêmî û navneteweyî ye ku hîna jî heye, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser tevahî cîhanê heye. DAIŞ mezintirîn sûcên terorane li cîhanê pêk tîne. Nîşaneya vê yekê jî bûyerên ku li Hesekê qewimîne."

El-Şêx anî ziman ku ne ji Rêveberiya Xweser bûya û rewş kontrol nekira wê DAIŞ’ê bi rêya şaneyên xwe yên veşartî ji nû ve li herêmê xwe ava bikira.

Têkildarî helwesta gelê herêmê ji dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, El-Hisên wiha pê de çû: "Ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtin û piştevanî tê xwestin. Ji ber ku şaneyên DAIŞ’ê hene û xeteriya wan jî hîn heye. Ew li benda çirûska yekemîn e ku xwe ji nû ve ava bike. Divê tevahî vê xeteriyê fêm bikin."

'DAIŞ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇALAK E'

Li kêlek xeteriya çeteyên DAIŞ'ê yên girtî, xeteriya malbatên wan ên li kampa Holê heye. Her wiha xeteriya emîr û serçeteyên wê yên li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de heye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û baregehên wê li Idlib ya bakurê Sûriyê hene.

Gelek navên kesên di nava çeteyên DAIŞ’ê ku niha di nava komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de ne bi navên cuda li herêmên dagirkirî hatine belgekirin. Ji wê zêdetir jî piştre dagirkeriya Serêkaniyê di Cotmeha 2019’an de ji hêla dewleta Tirk ve ala DAIŞ’ê li wir hate xuyakirin.

Hisên El-Şêx îşaret bi êrişên ku DAIŞ pêk tîne kir û got, ev yek yekser bi fermanên serçeteyên wan pêk tên ku li herêmên dagirkirî plana êrişan dikin.

El-Şêx ev tişt lê zêde kir: "Plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran a Hesekê li Serêkaniyê ya dagirkirî hatibû amadekirin. Ev êriş ji hêla serçeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên dagirkirî de hatibû plankirin ku carcaran DAIŞ’ê çalak dikin. "

Li ser hevkariya di navbera dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê de El-Şêx wiha got: "Me hevkariya di navbera DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker de dît. Dema DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê dikir, dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dikir."

‛HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BAREGEHÊN EMÎRÊN DAIŞ’Ê NE’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx destnîşan kir ku li herêmên dagirkirî emîr û serçeteyên DAIŞ’ê hene, li wir tên perwerdekirin û tevahî cureyên destekdayîn ji wan herêman digirin.

El-Şêx ev tişt anî ziman: "Hemû vê yekê dizanin. Ew ji demekê ve di odeya operasyonan a li Serêkaniyê de plana van êrişan dikirin. Heke ew êriş pêk bihata, wê Rêveberiya Xweser û QSD’ê bihata tawanbarkirin ku nekarîna girtiyên DAIŞ’ê kontrol bikin. Lê tê zanîn girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ji xetertirîn girtgeha li cîhanê ye heta ji girtîgeha Guantanamo xetertir e."

El-Şêx ev li axaftina xwe zêde kir: "Li herêmên dagirkirî emîrên DAIŞ’ê hene. Me dît ku Ebû Bekir El-Bexdadî li herêmeke di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de hate kuştin, her wiha Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî li gundê Atme yê parêzgeha Idlibê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, hatin kuştin."

El-Qureyşî bi operasyoneke dişibe kuştina serçeteyê berê yê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî hate kuştin. Ebû Bekir El-Bexdadî di 26’ê Cotmeha 2019’an de li parêzgeha Idlibê bi a çalakiya DYA’yê hate kuştin.

‛PÊDIVÎ BI NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER HEYE KU DAIŞ WERE DARIZANDIN’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx bal kişand ser pêwîstiya naskirina Rêveberiya Xweser û ev tişt xuya kir: "Me gelek caran bang kir û hîna jî em bang li tevahî dewletên ku welatiyên xwe yên tev li DAIŞ’ê bûne dikin ku welatiyên xwe bibin û wan darizînin an jî dadgehên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin ku werin darizandin. Ji ber ku wê pêdiviya Rêveberiya Xweser bi naskirina siyasî û leşkerî heye. Da ku DAIŞ’ê darizîne û gelê herêmê jê rizgar bike."

(fr)

ANHA