ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-02-2022
9 sibat, 2022   00:00

-Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşekê li bajarokê Til Xezal ê başûrê Kobanê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê da zanîn ku dewleta Tirk ji rêxistinbûna di hundir Efrînê de ditirsiya ji ber vê yekê êrişî Efrînê kir û dest bi guhartina demografîk kir. Şêniyan gotin: "Dewleta Tirk tu carî  nikare cewhera Efrînê bide guhartin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êrişên çeteyên DAIŞ'ê encamên bêxemiya civata navneteweyî ya li hemberî dosyaya DAIŞ'ê ye. Têkildarî vê yekê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx hişyarî da û got: " DAIŞ li benda çirûska yekemîn e ku ji nû ve xwe ava bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Cizîrê bal kişandin li ser êrişên hemwext ên Tirkiyê yên li ser herêmê û binkeftina êrişên DAIŞ'ê li Hesekê Cizîrê, her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan. Şêniyane gotin, ne dûr e ku li dijî Rêveberiya Xweser lihevkirineke di navbera Tirkiyê û hêzên navneteweyî de hebe. " (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi dehan girtîgeh li Efrînê belav bûn, tê de hovanetirîn îşkenceyên bedenî û derûnî têne kirin. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Mamosteyên zanîngehan diyar kirin ku yekane hêza ku li hemberî terora li herêmê şer dike, PKK'ê ye û gotin,  xistina  PKK'ê nav "lîsteya terorê" biryareke siyasî ye ku gel bi tevahî dike hedef. " (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya DAIŞ`ê dixwaze tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe lê dê li hember van planan li ber xwe bidin. Têkildarî serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji Enqereyê re jî got “Ma ji xwîna şehîdên Rojava şerm nake? Wan sersaxî jî ji miletê xwe re nexwest.”  (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêya vekirina projeyan aboriya xwe xurt û geş dikin û debara xwe bi cih tînin. . (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li navçeya Tirbespiyê nexweşiya echinococcus granulosus di nav sewalan de belav bûye. Li gorî beytariyan, ev nexweşî xwe li mirovan jî digirin û ji ber xeteriya wê hişyarî dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA