Mamosteyên zanîngehan banga rakirina qedexeya li ser PKK'ê kir

Mamosteyên zanîngehan diyar kirin ku yekane hêza ku li hemberî terora li herêmê şer dike, PKK'ê ye û gotin  xistina  PKK'ê nav "lîsteya terorê" biryareke siyasî ye ku gel bi tevahî dike hedef.

Mamosteyên zanîngehan banga rakirina qedexeya li ser PKK'ê kir
9 sibat, 2022   06:25
KOBANÊ

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bi armanca derxistina navê PKK'ê ji "Lîsteya terorê" pêngaveke ji bo komkirina 4 mîlyon îmzeyan ragihandiye. Ji 30 welatan zêdetir hezar kesayet beşdarî pêngav bûn. Pêngav heta niha berdewam e.

Di vê çarçoveyê de 3 mamosteyên Zanîngeha Kobanê beşdarî pêngavê bûn û xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

Hevserokê Fakulteya Wêjeyî ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasiro diyar kir ku PKK'ê ji bo doza kurdî dixebite û tu sedem nine ku navê wê bikeve "Lîsteya terorê".

Mamoste Egîd Nasiro da zanîn ku PKK'ê ji bo rizgarkirina welatê xwe şerê 4 pergalên dagirker dike û wiha domand: "Terora ku li herêma belav bûye, yek hêz tenê li hemberî wê disekine, ew jî PKK'ê ye. PKK'ê ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku li hemberî xeteriya cîhanî tê dikoşe. Li Şengalê PKK'ê li hemberî kareset û komkujiyan rabû ku DAIŞ'ê dixwest li hemberî gelê Kurd pêk bîne. Vê partiyê heman tişt li parçeyên din ên Kurdistanê kir."

Nasiro îşaret pê kir ku xistina PKK'ê nav "Lîsteya terorê" ji bo hedefgirtin û şerê li hemberî tevahî gel e û got: "Tirkiyê her kurdekî dike hedef. Ev dide diyarkirin ku şerê qirkirinê heye, yê ku li hemberî vê qirkirinê disekine PKK'ê ye."

Hevseroka Fatuleya Wêje ya Zanîngeha Kobanê Heyfa Mihemed Elî jî got, ji her kesî re eşkere ye ku PKK'ê ne partiyeke terorîst e ku mîna ku hêzên navneteweyî û herêmê îdia dikin.

Heyfa Mihemed Elî bang li xwediyên biryara navneteweyî kir ku îtîrafê bikin ku ne ji raman û fedekariyên PKK'ê yên li dijî DAIŞ û pergalên herêmî bûye, wê cîhan hîna zêdetir di xeteriyên mezintir de bûya.

Mamoste Heyfa Mihemed Elî got: "Em dengê xwe tev li dengê tevahî azadxwazên li cîhanê dikin ku PKK'ê ji ''lîsteya terorê'' derxînin û ji biryara siyasî ya ne adil vegerin."

Mamosteya bîrkarî ya Zanîngeha Kobanê Sakîne Elî anî ziman ku şaş e ku partiyeke xwedî îdeolojî û firkireke mezin bi terorê were binavkirin.

Mamoste Sakîne Elî got, PKK'ê ezmûnên herî pêşketî yên demokrasiyê pêk tîne û bang li civata navneteweyî kir ku ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" bixebite.

ANHA