​​​​​​​Li Hesekê cenazeyên 11 şehîdên pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmeke heybet cenazeyên 11 şehîdên pêngava Gurzê Gelan li goristana şehîd Dijwar oxir kirin.

8 sibat, 2022   13:43
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên şehîd Xesan Newaf Inêzî, Eymen Nasir El-Herîs, Mehmûd Sêfedîn Hemadê, Dawûd Silêman Dawûd, Hisên Xidir El-Ferox, Ehmed Newaf El-Mecûn, Hemîd Tewfîq Dawî, Mihemed Hemed El-Hesen, Mihemed Îbrahîm Semio, Xidir Hisên El-Salih û Ebdurezaq Îsa Ibêd bi karwananeke mezin ji pêşiya navenda meclisa malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana şehîd Dijwar ve ketin rê.

Di merasîma de, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got ew serî li hember malbatên Şehîdan ku ev lehengên ku parastina axa welat dike, ditewînin.

Şiyar Hesekê diyar kir ku gelên herêmê li kêleka Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) sekinîn û rê li ber fitneyan girtin, ji ber ku xwîna Kurdan tevlî xwîna Ereb û Suryanan bû.

Her wiha hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk êrişa DAIŞ`ê ya li ser Hesekê, Reqa û Baxozê têk çû.

Berekata got, her çiqas astengî û dijwarî hebin jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranaweste û berdêla wê ya gihandina azadî û demokrasiyê çiqas giran be jî wê bide.

Her wiha destnîşan kir ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, de Erdogan û çeteyên wî ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî, êrişî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Berekat diyar kir ku kuştina serçeteyê duyemîn ê DAIŞ'ê Qerdeş li Idlibê; herêma ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, nîşaneya eşkere ya piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji DAIŞ'ê û çeteyên din re ye.

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Hisên destnîşan kir ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) parastina ax û rûmeta xwe kirin û şehîd bûn, ji ber ku baweriya wan bi doza xwe û ji bo parastina pîroziyên wê hebû şehîd bûn. Fatme Hisên diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidestxistina jiyana hevbeş axa xwe diparêzin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya 11 şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîdan li goristana şehîdan Dijwar a bajêr hatin oxirkirin.

(dm)

ANHA