Rûsya çolisana Sûriyê bombebaran dike, Feyleqa 5'an ji nuqteyên xwe vedikişe

Balafirên şer ên Rûsya 12 êriş li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê pêk anîne. Li aliyekî din Feyleqa 5'an a ku desteka xwe ji Rûsyayê digire nuqteyên xwe yên li bejahiya rojavayê Reqayê vala kir û ber bi balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ve çû.

Rûsya çolisana Sûriyê bombebaran dike, Feyleqa 5'an ji nuqteyên xwe vedikişe
8 sibat, 2022   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji saetên destpêkê yên vê sibehê ve, balafirên şer ên Rûsya 12 êriş li dijî nuqteyên DAIŞ'ê yên li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa û sînorê di navbera Reqa û Dêrazor de pêk anîn. Derbarê ziyanan de agahî nehatin zanîn.

Li gorî SOHR, ji vê sibehê ve balafirên Rûsyayê 122 êriş li deverên cuda yê çolistana Sûriyê pêk anîne.

SOHR ragihand ku hêzên Feyleq 5'an ên ku desteka xwe ji Rûsyayê digirin, ji nuqteyên xwe yên li bejahiya rojava ya Reqayê vekişiyan û ber bi balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ve çûn ku di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ye. Sedema vê vekişadinê nehat zanîn.