Bi hezaran şêniyên Dêrikê 7 şehîdan oxir kirin

Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê şervanên ku di pêngava Gurzê Gelan û bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser kehrebeyê ya li nêzî gundê Teqill Beqil a Dêrikê de şehîd bûnstasyoneke e, li goristana şehîd Xebat oxir kirin.       

8 sibat, 2022   13:34
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo ji bo wergirtina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD); Mihemed Mihemed( Mihyedîn), Ebdurehman Şêxo (Siyabend Bêkes), Mihemed Îsmaîl ( Şiyar Kobanê) û Mihemed Hesen (Xemgîn Bilbilê) ku di 1’ê Sibatê de di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser stasyoneke kehrebeyê ya li nêzî gundê Teqil Beqil a navçeya Dirkê şehîd bûne.

Her wiha cenazeyên 3 şehîdên ku di pêngava Gurzê Gelan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê şehîd bûne; Hakan Yalmaz (Partîzan Amed), Medenî Bozrok (Medenî Norşîn), Mistefa Gûler (Mûsa Dêrsim) û şehîd Nesîbe Tetek (Arîn Bahoz) ku li bajarê Qamişlo di encama nexweşiyê de şehîd bûye, , li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn.

Piştî wergirtina cenazeyên 7 şehîdan, girseya gel tevî sedan otombîl ber bi goristana şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.        

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa bal kişand ser rola şehîdan di rizgarkirina axa welat de û got: "Şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelan têkoşîn kirine û ji bo parastina tevahî mirovahiyê canê xwe feda kirin û li pêşberî faşîzma Tirk û hevkarên wê şer kirin."

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq bal kişand ser planên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina îradeya gelên herêmê tê meşandin û wiha dom kir: "Hêzên me û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya felsefeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş, ew plan û komplo têk birin."

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihyedîn Xêrkî têkildarî pêwendiya di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de got: "Her carî dema ku çeteyên DAIŞ'ê û komên terorîst ên li herêmê têk diçin, dewleta Tirk a faşîst tola xwe bi hedefgirtina sivîlan û navendên xizmetguzariyê ji bo şikandina vîna gelê berxwedêr, hil tîne."

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Mehmûd Ehmed wesîqeya 7 şehîdan xwend û radestî malbatên wan hatin kir.

Cenazeyên şehîdan li goristana şehîd Xebat hate oxirkirin.

(dx)

ANHA