Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên du şehîdên Pêngava Gurzê Gelan re xweset

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên du şehîdan Osman Xelîl û Azad Xelîl ên ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûne re xwest.      

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên du şehîdên Pêngava Gurzê Gelan re xweset
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên du şehîdên Pêngava Gurzê Gelan re xweset
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên du şehîdên Pêngava Gurzê Gelan re xweset
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên du şehîdên Pêngava Gurzê Gelan re xweset
8 sibat, 2022   12:24
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Kobanê ber bi qada Şehîd Egîd ve ketin rê û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Şêniyan tevî Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê destpêkê serdana taxa şehîd Peyman ku konê sersaxiyê ji bo şehîd Osman Xelîl (Osman Kobanê) hatibû vedan, kir.

Piştre ber bi navçeya Qenayê ya rojavayê bajarê Kobanê ve ketin rê da ku sersaxiyê ji malbata şehîd Azad Xelîl (Azad Kobanê) re bixwazin.

Cenazeyên her du şehîdan Osman Xelîl û Azad Xelîl ku di şerê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bûbûn û cenazeyê şehîd Mihemed Îsmaîl (Şiyar Kobanê) ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser stasyoneke kehrebeyê ya gundê Teqil Beqil a Dêrikê de şehîd bûbû, duh hatin oxirkirin.         

(dx)

ANHA