Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan

Nivîsgeha Kombûna jinan a Zenûbya ya Tebqayê îro têkildarî komployê navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek da pêşandan.

Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan
Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan
Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan
Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan
Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan
Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan
Li Tebqayê têkildarî komploya navneteweyî sînevîzyonek hate pêşandan
8 sibat, 2022   12:51
TEBQA

Gelek jin, nûnerên Rêveberiya Sivîl û hêzên leşkerî beşdarî pêşandana li sînevîzyonê ku li holê civînan a avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hatiye lidarxistin bûn.

Piştî rêzgirtinê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Meryem Reşîd axivî û diyar kir ku komplo ne tenê li dijî kesayetê rêber Abdullah Ocalan pêk hat, lê belê li dijî tevahî gel û pêkhateyên Rojhilata Navîn pêk hat.

Meryem Reşîd destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst a cîhanê şerê rêber Abdullah Ocalan dike, ji ber ku rêber Ocalan fikrê demokratîk û azad ku tevahî planên li dijî Rojhilata Navîn têk dibe, belav dike. Her wiha Meryem Reşîd destnîşan kir ku rêber Ocalan jî dibêje ku `gel jî sîstema kapîtalîst ku dewletên dagirker û bi taybet dewleta Tirk daxwaza wê dikin, red dike`.

Di berdewama axaftina xwe de Meryem Reşîd bal kişand ser bîrdoziya rêber Abdullah Ocalan û got:" Bîrdoziya rêber Ocalan ku gel ji bindestiyê xelas kiriye, li ser fikrê azad û azadiya jinê, ava bûye."

Meryem Reşîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan tenê fîzîkî hatiye girtin, lê fikirê wî azad e, ji ber ku ew rêberekî demokrat e. Her wiha da zanîn ku ew dê hemleyên ji bo azadiya wî ya fîzîkî jî bidomînin.

Sînevîzyon di bin navê "Hûn nikarin roja me tarî bikin" de hate pêşandan. Sînevîzyon têkildarî rêbaz û planên îstixbaratên navnetewyî û dewleta Tirk di dîlgirtina rêber  Abdullah Ocalan û cezaya li dijî wî di girava îmralî de ku beriya 23 salan hatiye birîn de, bû.

Pêşandan bi berzkirina sloganên ku berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê silav dikin, bi dawî bû.

(dm)

ANHA