150 çeteyên dewleta Tirk derbasî Lîbyayê bûn

Komeke din a çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku ji 150 çeteyî pêk dihat, ji bajarê Efrînê ya dagirkirî derbasî Lîbayayê bûn.

150 çeteyên dewleta Tirk derbasî Lîbyayê bûn
8 sibat, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komeke din ku ji 150 çeteyan pêk tê ku piraniya wan ji çeteyên "Mihemed El-Fatih" ên "Artêşa Niştimanî" ya dewleta Tirk a dagirker in, derbasî Lîbyayê bûne.          

SOHR'ê diyar kir ku çeteyên ku derbasî Lîbyayê bûne, pere dane serçeteyan da ku ji axa Sûriyê derkevin û ber bi Lîbyayê ve biçin.

Di 4'ê Sibatê de komeke ku ji 250 çeteyan pêk dihat, piştî ku bi mehan li Lîbyayê mabûn vegeriyan Tirkiyê, ew çete girêdayî komên leşkerî yên "Artêşa Niştimanî" ne û piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin.

Tevî hewldanên navneteweyî yên çareserkirina krîza Lîbyayê, lê dîsa jî dewleta Tirk astengkirina van hewldanan didomîne.

(dx)