​​​​​​​Yekane kargeha mast û penêr li Tebqayê

Yekane kargeha mast û penêr a li herêma Tebqayê berhemên xwe li sûkên Tebqayê belav dike û derfetên kar zêde dike. Bi vê yekê kirîna ji derve kêm dibe.

​​​​​​​Yekane kargeha mast û penêr li Tebqayê
​​​​​​​Yekane kargeha mast û penêr li Tebqayê
​​​​​​​Yekane kargeha mast û penêr li Tebqayê
​​​​​​​Yekane kargeha mast û penêr li Tebqayê
​​​​​​​Yekane kargeha mast û penêr li Tebqayê
​​​​​​​Yekane kargeha mast û penêr li Tebqayê
8 sibat, 2022   07:02
TEBQA

Beriya 2 salan Mihemed El-Elî li bajarê Tebqayê yekemîn kargeha mast û penêr vekir. Li kargehê nivişk, mast, penêr bi hemû cureyên wê û rûnê sewalan tên çêkirin û li bazarên herêmê têne firotin.

Mihemed El-Elî xwediyê kargehê, axivî û got: "Di demên dawî de li bazara Tebqayê xwestek li ser mast û cureyên wê zêde ye, ji ber ku xwarineke sereke ye.”

El-Elî destnîşan kir ku kargeh pir dixebite û wiha dewam kir: "Hemû cureyên şîr û penêr çêdike. Ev kargeha yekemîn e ku li bajarê Tebqa û gundewarên wê, wan madeyan derdixe û dide bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Xwediyên kargehên wiha biçûk hewl didin hilberînên xwe li bazara herêmê bi cih bikin, bi wê re şêniyên herêmê pê debara xwe bikin, ji ber ku kargeh şîr ji xwediyên pez dikirin.

Herêma Tebqayê jî bi xwedîkirina pez tê naskirin, lewma girîngiyê didin avakirina projeyên wiha.

Li kargehê 5 mêr û 3 jin dixebitin, rojane 600 lître şîr ji gundewarên Tebqayê dikirin. Rojane derdora 400 kîlo penêr, 40 qerîşe û 20 kîlo rûnê sewalan û nivişk  derdixe.

El-Elî diyar kir ku kargeha wî hewcedariyên bazarê peyda dike, ji ber ku gelek xwaringeh berhemên kargehê dikirin û got divê piştgiriya projeyên pîşeyî yên taybet û giştî were kirin, da ku hilberîn baştir bibe, di heman demê de rê li pêşiya kirîna madeyan ji derve were girtin û derfetên kar li herêmê zêde bibin.

(eh)

ANHA