​​​​​​​‛Armanca rejîmên kapîtalîst astengkirina têkoşîna jinan e’

Rojnamevan û lêkolînera misirî Wela Ebû Sitêt da zanîn ku hewldanên rejîmên kapîtalîst ji bo astengkirina azadî û mafên wan e û got yekitiya rêxistinên jinan rêbaza yekane ya li hember van rejîman e.

​​​​​​​‛Armanca rejîmên kapîtalîst astengkirina têkoşîna jinan e’
8 sibat, 2022   02:46
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Rejîmên kapîtalîst ên cîhanê hewl didin jinan tev li sîstema xwe ya desthilatdar bikin ku dûrî têgîna azadiya jinan e. Ev jî bi rêya vekirina derfetan li pêşiya wan ku hin rewş û wezîfeyan bidin wan da ku xwe bidin xuyakirin ku ew sîstemên demokrat in û mafên jinan didinê.

Lê di rastiyê de berovajî vê yekê ye. Ji ber ku hîn jî maf û azadiya jinan ji aliyê van rejîman ve tên binpêkirin.

Vê yekê rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de teqez dike ku jin xwedî wê enerjiyê ne ku heke di şekl û qefesa mêran de nemînin, dikarin bibin enerjiya jiyanê û gihîştina azadiya civakê ku  azadiya jinan were bidestxistin û ev yek ji aliyê sîstemên kapîtalîst ve tê redkirin.

KEYSBAZKIRINA DERFETAN Û GUHERTINA REWŞAN LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE

Di vê derbarê de rojnamevan û lêkolînera zanistên siyasî Wela Ebû Sitêt wiha axivî: "Hin caran îdeala jinê ji hemû kirinên cûda re derbas nabe nexasim di danûstandina sîstema cîhanê ya keysbaz de ku rengên cuda ji pragmatîzma re di dozên cihêreng de, digre. Li ser wê esasê divê jin danûstandinê bi alavên wekhev bike. Ez nabêjim ku pragmatîzma xwedî sûdekê ye. Lê divê derfeta ku jê re hatiye dayîn keysbaz bike. Ez texmîn dikim ku di vê pêvajoyê de divê jin derfetê keysbaz bike û nêrîn û fikreyên xwe li gorî wê pêş bixe, paşê rewşa xwe li gorî derfeta ku jê re ji bo guhertina rewşê û berjewendiya xwe, keysbaz bike."

Lêkolîner behsa rastiyê jinê kir û wiha got: "Erê, ew kok e. Lê kokeke kêm e ne tenê li Rojhilata Navîn ku em lê dijîn, lê belê li tevahî cîhanê bi ekolên xwe yên ramanî yên cihêreng jî. Çi astên ramanî û têgihiştinên pêşkeftinê hebin. Lê divê jin li hêviya wan derfetên jê re hatine danîn, ku wê ji dîmenê bi dûr bixin, nemîne û wê bi krîzan mijûl bikin. Dibe ku tenê hin astengî li pêş jinê hatibin çêkirin ku têkoşîna wê asteng bikin."

Wela Ebû Sitêt wiha pê de çû: "Di nêrîna min de ji bilî derfeta rast tu tişt jinê kêm nake. Lê tevî ku derfeteke ne rast jê re hate dayîn, divê keysbaz bike û nîşaneyên tecrubeyê biguher ku bikevin xizmeta armancên wê. Ez texmîn nakim ku jinek hebe ku di çi asta zanist, çandî û fikrî de heta asta aborî û darayî de be dikare gelek rewşan bi rê ve bibe û xalek wê hebe ku di dawiyê de banga wê bike. Bi vê yekê zehmetî, astengî bi rêbazên cûda hebûn û nêrînên xwe nîşan dide."

‛YEKANE RÊBAZA PÊŞÎ LI SIYASETÊN REJÎMÊN KAPÎTALÎST BIGIRE RÊXISTIN IN’

Wela Ebû SitÊt destnîşan kir ku lihevkirin û kombûna di navbera rêxistinên jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê dê rêbaza yekane ya li hember van rejîman e.

Wela wiha pê de çû: "Jinên ku tev li kombûnan nebûne dibe ku di gelek caran de xwedî enerjiyeke winda bin ku heger tev li saziyekê nebin. Her wiha dibe ku karibin guhertin û bandorên cûda çêkin. Lê di rastiyê de êşek heye ku çi tecrubeyên rast li pêş xwe hilweşandineke mezin bibîne."

Wela Ebû Sitêt diyar kir dibe ku di demeke kurt de kombûna herêmî ya jinan were ragihandin, da ku rêxistin û komeleyên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê tev li xwe bike û bibe blokek û bi wê re jî jinên çalak ên tev li tu komele û kombûnên jinan nebûne. Armanca wê yekê rola jinan li herêmê geş bibe û sûdê ji pisporiyên hev bigirin.

‘ÎSLAM JI QANÛNÊN WAN DÛR E’

Rejîmên ku ji îslama radîkal alaveke werdigirin ku li hember jinê bisekinin, azadiya wê û nasnameya wê biçewisînn dûrî qanûn û pîvanên îslamê ne.

Der barê mijarê de rojnamevan û lêkolîner Wela Ebû Sitêt ev tişt anî ziman: "Di rastiyê de komên ku kirasê Îslamê li xwe dikin ji fikreyên îslamê dûr in û bi bin ketin.. Em li Misirê gotina Ixwan dibêjin û gel li hember komploya wan ku li dijî herêmê bû hişyar bû. Armanca wê ku xeyalên Osmanî jinûve vejîne lê li ser Kevirê Misrê xeyal û xewnên Îxwanî û Erdoganî ku destek ji sîstema cîhanî di wê demê de digirt, hilweşiyan.  Di wê demê de wezîra karên derve ya berê ya Amrîkayê  Hillary Clinton di bîranînên xwe de ev yek eşkere kirin"

Her wiha Wela Ebû Sitêt di axaftina xwe de behsa rola jinan di tunekirina xewna ixwanî li Misirê de kir û destnîşan kir ku rola wê ya girîng di aliyên şoreşê de bû û ev tişt anî ziman: "Gel daket qadan û redkirina xwe ji koma serdest re ku nirxên welat ranedikir û qedirê Misirê nas nedikir, ragihand. Ji vir guhertinê dest pê kir. Ezhera pîroz jî li Misirê çavkaniya Îslama navîn û çavkaniya navîn e da zanîn ku rêxistinên tundraw bi nave îslamê sûcan dikin, lê ew yek derewên wan bûn ku bi xwe tê wer bûn."

‘BERXWEDANA JINAN BERDEWAM E’

Wela Ebû Sitêt di axaftina xwe de îşaret bi têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û îşaret bi berxwedana jina Kurd li hember çeteyên DAIŞ`ê kir û ev tişt anî ziman: "Jina Kurd bi rastî têkoşereke ku rastiya çanda xwe bi hemû rêbazan parast. Ew jî berxwedaniyeke bêhempa ye û her tim di bîrewariya me de ye. Têkoşîna jinê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikeve û hebûna wê li hember DAIŞ`ê xurt dibe. Di heman demê de ramaweste û pêşeroja xwe bi awayekî baş ava dike. Li hemberî wê jin li Rojhilata Navîn û li dewletên cûda yên Ereban têkoşîneke mezin raber dikin û tecrûbeyeke xurt nîşan didin."

Rojnamevan û lêkolînera misirî Wela Ebû Sitêt di axaftina xwe de behsa girîngiya yekitiya jinan li hember rejîmên desthilatdar kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin hevgirtî bin, di yekitiyê de hêz heye. Dikarin birînên xwe derman bikin û destekê bidin hev da ku rêya avakirina xwe berdewam bikin ku ji hundirê mal, malbat ku dendika herî biçûk di avakirina civakan de ye."

(bx)

ANHA