ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-02-2022
8 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Dêrikê cenazeyên 7 şehîdên pêngava Gurzê Gelan û bombebarana dagirkeriya Tirk li ser gundê Teqil Beqil ê Dêrikê de oxir dikin. Saet 09:30. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Şêniyên kantona Hesekê bi merasîmên cuda li Hesekê û Şedadê cenazeyên şehîdên pêngava Gurzê Gelan oxir dikin. saet 11:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dirbêsiyê ya Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi rê ve dibe komploya li ser rêber Ocalan şermezar dikin. saet 16:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

-Kuştina serçeteyê DAIŞ`ê "Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî" gelek pirsnîşan derxistin holê, ji wan girêdana vê êrişê bi êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, DAIŞ çiqasî bi qetilkirina serçeteyê xwe yê duyem bandor bû, li aliyekî din jî gumanên li ser piştgiriya dewleta Tirk ji DAIŞ`ê re. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

-Têkildarî tunebûna rola rêxistinên mirovî û alîkariyê di kampên hundir û derveyî welat de, Erdogan û derdora wî alîkariyên navneteweyî yên ji wan koçberan re tên şandin di çalakkirina sûcan de di bin perdeya xebata alîkarî û tenduristî de fînanse dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

-"Tu hêz ji hêza gel mezintir tune ye" hevoka ku rêber Ocalan gotiye û hîna di bîrewariya Ehmed Birîm (88) de ye ku beriya derketina rêber Ocalan ji Sûriyê bi mehekê û dîlgirtina wî bi komployeke navneteweyî ev gotin kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

- Hunermend Ferhad Merdê û Baran Gulbahar nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Federal a Almanyayê da ku qedexeya li ser Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê didomîne û diyar kir ku li Almanyayê hîna şopên serdema Hîtler hene û got “Ha we weşanxaneyek girt, ha we êrişî bajarekî kir.” (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

KURDISTAN

- Çalakvanê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser kampa Mexmûr, Şengal û Dêrikê, plana qirkirina gelê kurd e. Her wiha da zanîn ku serdana Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re, cihê şermezariyê ye û delîla dijminatiya bi kurdan re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê paneleke diyalogê li Minbicê bi diruşma "Reşa jinan...azad û astengî" li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

- Rojnamevan û lêkolînereke misirî da zanîn ku hewldanên rejîmên kapîtalîst ku jinan tev li hin erkên şeklî bikin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, hewldanên astengkirina rêveçûna wê ya bidestxistian azadî û mafên wê ye. Her wiha got yekitiya rêxistina jinan rêbaza yekane ya li hember van rejîman e. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê bi merasîmekê 6 şehîdên di hedefgirtina balafireke bêmirov a dewleta Tirk de li dijî maleke sivîl li Kobanê di 25’ê Kanun de, şehîd bûbûn bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

CIVAK Û JIYAN

-Yekane Kargeha Mast û Penêr a li herêma Tebqayê berhemên xwe li sûkên Tebqayê belav dike û derfetên kar zêde dike. Bi vê yekê kirîna ji derve kêm dibe û şêniyên herêmê pê debara xwe dikin. 

ANHA