Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana yekitiya gelan em ê komploya li ser rêber Apo bi dawî bikin” meşek li dar xist.

Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
7 sibat, 2022   14:24
HELEB

Bi nêzîkbûna salvegera 23`yan a komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan jin, endamên meclisan, komînan û jinên ciwan hebûn.

Meş ji pêşiya Çerxerêya Şehîd Destîna ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li Qada 7 Şehîdan a li rojhilatê taxê rawestî û veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Nadiye Yusif axivî û got: “Di 15`ê Sibata 1999`an de dewletên cîhanê di sêrî de Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û dewleta Tirk û bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rêber Abdullah Ocalan bi komployekê dîl girtin. Ev roj ji bo hemû gelan rojeke reş e û ji bo gelê kurd rojeke qirkirinê ye.”

Nadiye Yusif îşaret bi tedbîrên bêserûber ên ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan pêk tîne kir û got: “Gelê kurd, ciwan û jinên kurdistanî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan serî hilda. Kesek nikare ronahiya me tarî bike.”

Nadiye Yuif destnîşan kir ku têkoşîna wan heta têkbirina komploya navneteweyî berdewam e û got: “Dem hatiye em bi rêberê xwe re bijîn. Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ye.”

 (şx)

ANHA