Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe bi biryarên girîng bi dawî kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salande ya sêyemîn bi dawî kir û plansaziya 2022`yan eşkere kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe bi biryarên girîng bi dawî kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe bi biryarên girîng bi dawî kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe bi biryarên girîng bi dawî kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe bi biryarên girîng bi dawî kir
7 sibat, 2022   14:25
REQA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh civîna xwe ya salanae ya sêyemîn li Reqayê li dar xist. Nûnerên 7 Rêveberiyên Xweser û rêveberiyên sivîl, hevserokatiya Meclisa Rêveber û cîgirên hevserokatiyê beşdarî civînê bûn.

Di roja yekemîn a civînê de, rewşa siyasî ya li herêmê û rewşa rêxistinî hat nirxandin. Piştre li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.

Di roja duyemîn a civînê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed rewşa siyasî nirxand û got: Rêveberiya Xweser li pêşiya hemû astengî û pirsgirêkan sekinî. Ev civîn gelek girîng e. Divê em  bizanibin ku îsal wê astengî ji sala borî pirtir bin.

Îlham wiha domand: Di van rojên dijwar de, em careke bi DAIŞ`ê re rû bi rû man. Gelek daxuyanî têkildarî bidawîbûna DAIŞ`ê hene, lê xeteriya wê hîna heye û têkoşîna li dijî wê berdewam e. Êrişa li ser girtîgeha Sînaa isbat kir ku DAIŞ heye û hewl dide xwe ji nû ve birêxistin bike. Ew êriş ji nû ve ragihandina DAIŞ`ê bû.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke bingehîn û stratejîk e û divê li Sûriyê bi giştî pêk were, şert û merc ji bo veguhastina vê tecrubeyê guncew in.

Her wiha Îlham Ehmed bal kişand ser astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin di serî de gefên dewleta Tirk a dagirker û got: "Xeteriya dewleta Tirk ji DAIŞ`ê mezintir e. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide DAIŞ`ê ev yek ji xwemikurhatinên çeteyên DAIŞ`ê diyar bû. Her wiha hat xuyakirin ku plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa ji Girê Spî û Serêkaniyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hate amamdekirin.

Îlham Ehmed wiha berdewam kir: "Pêdiviya dewleta Tirk bi serkeftineke leşkerî heye ku raya giştî ya Tirkiyê qezenc bike. Ji lew re divê em texmîn bikin ku dewleta Tirk êrişên zêde û bi şêwazên cuda li ser herêmên me pêk bîne."

Îlham Ehmed wiha lê zêde kir: "Heke Rêveberiya Xweser vê yekê dizane û xwe ji bo sekna li hember tevahî astengiyên xizmetguzarî, siyasî û leşkerî amade dike û civakê zana dike bê guman dê serkeftina dawî para me be."

SALEKE GIRÎNG

Serokê Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed îsal bi "saleke girîng" wesif kir û ev tişt anî ziman: "Ez nabêjim çareyeke siyasî ya nêz heye, lê belê dibe ku zelalbûnek di siyasetên salên pêş de têkildarî Sûriyê hebe."

Îlham Ehmed bal kişand ser astengiyeke din û wiha axivî: "Ew jî astengiya li hember rejîm, kiryar û siyasetên wê û "lihevkirinên " ku pêk tîne."

Îlham Ehmed wiha domand: "Divê Rêveberiya Xweser ji tevahî êrişên siyasî, leşkerî û ragihandinê re amade be û divê stratejiyeke ragihandinê hebe ku li hember tevahî astengiyên heyî bisekine."

Her wiha piştrast kir ku Mecilsa Sûriya Demokratîk amadekariya projeyên siyasî yên girîng ên wekî avakirina eniya opozisyonê ya hêzên demokratîk li Sûriyê dike.

Piştî axaftina Îlham Ehmed civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir û piştre bi encamnameyekê bi dawî.

Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid encamnameya civînê xwend.

Armanc û plansaziya 2022`yan

Di warê siyasî de

Berdewamkirina xebatên siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser bingeha daxuyaniya Cinêvê, biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an. Desteya Bilind a Dan û Standinan û Komîteya Destûrê careke din di ber çavan re were derbaskirin da ku nûnertiya gelê Sûriyê bi giştî bike.

Hewldana bidestxistina naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser di çarçoveya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de.

Piştgiriyê bidin berdewamkirina diyalogê di navbera aliyên Kurd û Ereb de di çarçoveya pergala diyaloga Sûrî-Sûrî de bi armanca pêkanîna opozîsyoneke nîştimanî dûrî ajandeyên derve.

Berdewamkirina firehkirina Daîreya Têkiliyên Derve bi derdora herêmî û navneteweyî, bi taybet dewletên Ereban bi rêya vekirina nûnertiyên din ên Rêveberiya Xweser.

Pêşxistina xebatên dîplomatîk di çarçoveya pêkanîna plansaziya çareserkirina aloziya Sûriyê de  ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike.

Vegerandina hemû herêmên dagirkirî yên Sûriyê bi rêbazên qanûnî yên rewa.

Vekirina deriyê sînor ê Til Koçer ji bo ku alîkarî bigihêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Avakirina dadgeheke navneteweyî yan jî xwedî taybetmendiyeke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Di warê ewlehî û leşkerî de

Parastina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Parastina herêmên Rêveberiya Xweser li ser bingeha yekitiya axa Sûriyê.

Pêşxistina rêgeza parastin û berxwedanê li hember êrişên derve û teşwîqkirina gel li ser vê yekê.

Parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser.

Domandina piştgiriya hêzên ewlehiyê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ’ê û şaneyên girêdayî ajandeyên din, pêkanîna aştiya navxweyî û rêgirtina li pêşiya diyardeyên li dijî çanda civakê.

Pabendîkirina saziyên ewlehiyê bi qanûnê û pêkanîna cezayan.

Di warê rêxistinî û îdarî de

Pêşxistina xebatên îdarî, guhertina sazûaniya Rêveberiya Xweser li gorî hevpeymana civakî. Şopandina temamkirina sazûmaniya rêxistinî ya tevahî nivîsgeh û rêveberiyan li gorî rêziknameyan.

Pêkanîna projeyên xizmetguzariyê yên sala 2022`yan li gorî plansaziya hatiye erêkirin.

Şopandin û pêşxistina çavdêriya giştî ya têkoşîna li dijî gendeliyê.

Berdewamkirina lidarxistina dewreyên pispor ên perwerdekirina karmendên rêveberiyê.

Şopandina amadekirina projeyên qanûn, derxistina biryarên îdarî bi şêwazê ku xebatê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de hêsantir dikin.

Sivikkirina burokrasiyê di meşandina kar û barên welatiyan de.

Pêşxistina saziyên ragihandinê ji aliyê îdarî ve ji ber ku ev alî di pêşxistina saziyê de bi giştî girîng e.

Pêkanîna serjimariya giştî ya pirarmancî.

Pêkanîna encamên civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştgiriya aboriya civakî ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê.

Lidarxistina hilbijartinan di 2022`yan de.

Pêşxistina binesaziya teknolojiyê.

Di warê xizmetguzariyê de

Berdewamkirina pêşkêşkirina alîkariyên civakî (ard, derman, sotemenî) ji malbatên şehîdan re.

Girîngiyê bidin projeyên xizmetguzariyê yên têkildarî binesaziya herêmê ji zîftkirina rêyan, sererastkirina piran û dirêjkirina torên avê û kanalîzasyonê.

Parastina hawîrdorê û çareserkirina pirsgirêkên qirêjbûna hewayê û avakirina saziyên têkildarî vê yekê.

Çandina daran li herêmên bor da ku nebin çolistan.

Bikaranîna herî guncaw a jêderên avê.

Destekê bidin warê tenduristiyê bi rêya sererastkirina nexweşxaneyên wêrankirî, navendên tenduristiyê yên heyî, peydakirina pêdiviyên pêwîst ji wan navendan re, avakirina nexweşxaneyên pispor ên nû, girtina tedbîrên pêwîst ên xweparastinê ji vîrusa koronayê.

Destekê bidin warê perwerde û fêrkirinê, şopandina xebatên sererastkirina dibistanan û avakirina dibistanên nû. Hewldan bê kirin da ku materyal bibin yek û divê pirtûk werin peydakirin.

Şopandina firehkirina plansaziyên rêxistinî li gorî îhtiyacê û rêgirtina li pêşiya avakirinên ketober.

Avakirina herêmên pîşeyî û pîşesazî li gorî pêwîstiyan li derveyî bajaran.

Piştgiriyê bidin ciwanan û avahiyên werzîşê yên heyî. Avahiyên nû û navendên geşepêdana ciwanan li hemû herêman bên avakirin.

Piştgiriyê bidin warê çandî, turîzm û şûnwaran bi şêwazekê ku mîras û şûnwarên herêmê ji tunekirinê bê parastin û sûcên li dijî wê tên kirin, werin belgekirin û ji aliyên têkildar re bên şandin.

Pêşxistina saziyên çavdêriya zimhêrê da ku sûk werin şopandin û rê li pêşiya keysbaziyê û bihabûnê were girtin. Çavdêriya aş û firinan bê kirin ji bo pêşxistina kalîteya nan.

Di warê projeyên geşepêdanê de

Teşwîqkirin û peydakirina hawîrdoreke guncaw ji bo projeyên taybet bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê.

Teşwîqkirina warên hilberîner ku bi berhemên xwecih berheman çêdikin, ji bo ku derfetên kar û pêdiviyên şêniyan bi nirxên guncaw peyda bikin.

Pêşxistina kooperatîfan û pêşkêşkirina desteka pêwîst heta ku li herêmê rêgeza xwetêrkirinê pêk were.

Pêşxistina warê çandiniyê û peydakiria pêdiviyên çandiniyê mîna semad, tov, derman û parastina sewalvaniyê.

Lidarxistina projeyên aborî û xizmetguzarî yên giştî û yên taybet ên jinan.

Zêdekirina hejmara saziyên mezaxtinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştgiriyê bidin warê enerjiyê, nirxandin û dîtina projeyên alternatîf.

Di warê malbatên şehîdan, kampan û kar û barên mirovî de

Şopandina xebatên di goristanên şehîdan û girîngiyê bidin zarokan û malbatên wan.

Girîngiyê bidin kar û barên kampan, pêxistina koçberan bi hemû rêbazan da ku vegerin malên xwe.

Piştgiriyê bidin nivîsgeha kar û barên mirovî û rêxistinan di pêkanîna stratejiya xwe de.

Avakirin û piştgiriyê bidin malên sêwiyan û astengdaran.

Peydakirina derfetên kar ji zarokên şehîdan re bi rêya avakirina projeyên aborî da ku rewşa wan a jiyanî were pêşxistin.

(şx)

ANHA