Malbenda Çandî ya Helebê semînerek têkildarî Komploya Navneteweyî li dar xist

Malbenda Çandî ya Helebê semînerek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û rêbazên binxistina wê li dar xist.

Malbenda Çandî ya Helebê semînerek têkildarî Komploya Navneteweyî li dar xist
7 sibat, 2022   09:12
HELEB

Malbenda Çandî ya Helebê semîner bi navê “Komplo di dîrokê de, sedem û encamên wê, tecrubeya Tevgera Azadiya Kurdistanê, dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan” li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Nûnerên yekitî û saziyên civaka sivîl, Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî), Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tev li semînerê bûn.

Di semînerê de endamê rêveber ê Malbenda Çandî ya Helebê Ehmed Bîrhat Komploya Navneteweyî pênase kir û destnîşan kir ku komplogeran ji komployê armanc kir xeta wekhevî û edaletê tune bikin.

Bîrhat got: “Şaristaniya Sumerî, têgeha komployê bi rêya perestgeha sumerî afirand ku yekemîn navenda komployan bû.”

Her wiha Bîrhat behsa dîroka PKK’ê û dîroka komployên li dijî wê kir û got: “Sedemên bingehîn ên hedefgirtina Tevgera Rizgariya Kurdistanê; felsefe, îdeolojiya tevgerê ye ku hemû pirsgirêkên mirovahiyê çareser bike. Her wiha çareseriyan ji pirsgirêkên civaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn re peyda dike. Ji ber ku di têkoşîna xwe de gel esas digire."

Bîrhat destnîşan kir ku însiyatîfên rêber Abdullah Ocalan, komplo têk birin.

Di dawiya semînerê de perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî mijarên cuda hatin xwendin.

(şx)

ANHA