Şêniyên kantona Efrînê: Koalîsyon û Rûsya berpirsên êrişên dewleta Tirk in

Şêniyên kantona Efrînê got Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişên DAIŞ û dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Her wiha diyar kirin ku ev êriş berdewama Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Şêniyên kantona Efrînê: Koalîsyon û Rûsya berpirsên êrişên dewleta Tirk in
7 sibat, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî bi çekên giran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de zêdetirî 20 êrişên hewayî bir ser herêma Şengal û Kampa Penaberan a Rûstem Cûdî (Mexmûr) li Başûrê Kurdistanê pêk anîn, di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo ji ajansa me re axivî û got: "Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker vekirin, da ku gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike hedef. Her wiha Kampa Penaberan a Rûstem Cudî ya li Mexmûrê û herêma Şengalê bombebaran kirin."

Ebdo ev li axaftina xwe zêde kir: "Em ji bîr nakin ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê, hemwextî salvegera êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Efrînê pêk hatin. Dewleta Tirk û gelek aliyên din bi wê yekê xwestin tevliheviyê li herêmê derxin û li dijî şêniyên Hesekê komkujiyan pêk bînin."

‘DAIŞ LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ DAXWAZÊN DEWLETA TIRK BI CIH TÎNE’

Ebdo wiha dewam kir: "Dewleta Tirk hewldana zindîkirina çeteyên DAIŞ`ê yên ku rasterast li Sûriyê, Iraq û dewletên din ajandeyên wê pêk tînin, kir. DAIŞ ne tenê xeteriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike, lê belê li ser tevahiya cîhanê çêdike. Bi saya QSD`ê û berxwedana şêniyên hemû planên Erdogan ên vejandina DAIŞ`ê li herêmê têk çûn."

Ebdo îşaret bi durûtiya Koalîsyona Navneteweyî kir û got: "Koalîsyona Navneteweyî di têkbirina DAIŞ`ê de, geh piştgiriya QSD`ê dike û geh jî destûrê dide dewleta Tirk ku sivîlan bike hedef."

Ebdo da zanîn ku derketina şaneyên DAIŞ`ê û êrişên wê yên li ser herêmê, encama paşguhkirina civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ye ku DAIŞ`iyên li gel QSD`ê girtî ne, dadgeh nakin.

ꞌHÊZÊN QAŞO GARANTOR BERPIRSÊN ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK IN’

Ebdo anî ziman ku hêzên garantor ên li herêmê berpirsên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê ne û wiha axivî: "Dewleta Tirk bi çekên NATO`yê û balafirên wê me dike armanc, mînaka vê yekê jî deverên li Dêrikê hatin topbarankirin, tenê çend kîlometre dûrî baregehên Koalîsyona Navneteweyî ne."

Ebdo destnîşan kir ku her kes dijminatiya di navbera Rûsya û Amerîkayê û hin welatên cîhanê de dizane, lê berjewendiyên hevbeş ên wan li Sûriyê tîne gel. Ebdo, bang li civata navneteweyî kir ku li hember êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi erka xwe rabe.

‘DEWLETA TIRK TOLA BINKETINA DAIŞ HILDIDEꞌ

Bi mijarê ve girêdayî malbatên şehîdan ên kantona Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di pêkanîna planên wê de bi bin ketin, êrişî herêmê kir da ku tola binketina çeteyan hilîne.

Bavê şehîd Hewlêr û endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa axivî û got: "Di salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê de, çeteyan dest bi pêkanîna planên xwe kirin, mînaka wê jî êrişên girtîgeha Sînaa ne ku armanc dikir bi hezaran girtî birevînin."

Fewzî Mistefa wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Piştî ku çete hatin girtin û 26`ê heman mehê girtîgeh bi temamî hate kontrolkirin ku hemwextî roja rizgarkirina Kobanê bû, li wan herêman aramî hate raberkirin. Lê dewleta Tirk a dagirker yekser êrişî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê kurdistanê kir, da ku tola binketina DAIŞ`ê rake."

‘HIN ALIYÊN ÎDIAYA PARASTINA MIROVAHIYÊ DIKIN, HEVKARÊN SÛCÊN DEWLETA TIRK IN’

Birayê şehîd Hawar û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Ednan Şêx Mihemed axivî û got, êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker ji komploya navneteweyî ya ku di encamê de di 15`ê Sibatê de rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin, ne qut e. Şêx Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyan kir û şaneyên veşartî amade kir da ku careke din wan li herêmê zindî bike. Lê hemû hewldanên wê têk çûn, ji lewma li seranserî xeta sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê êriş pêk anîn, ji wan kantona Şehba, navçeya Dêrik, Eyn Îsa û kampa Mexmûrê.

Şêx Mihemed bêdengiya Rûsya, Amerîka û rêxistinên qaşo parastina mirovahiyê dikin a li hember van êrişan, şermezar kir û got: “Di qetilkirin û koçberkirina şêniyên de hevkarên dewleta Tirk in.”

Dayika şehîd Zekeriya Serdem, Xedîce Îbo jî axivî û bang li rêxistinên hiquqî û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku li hember gelê herêmê bi erka xwe rabin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li ser van sûcan hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin, ji ber ku gelê herêmê di oxira têkbirina terorê de, berdêlên giran dan."

(eh)

ANHA