Rojnameyên erebî: Di xwepêşandanên li Siweydayê de banga hilweşandina El-Esed hat kirin

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî xwepêşandanên li Sweydayê, hilbijartinên serokatiyê yên Iraqê û kar û barên Tunisê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Di xwepêşandanên li Siweydayê de banga hilweşandina El-Esed hat kirin
Rojnameyên erebî: Di xwepêşandanên li Siweydayê de banga hilweşandina El-Esed hat kirin
Rojnameyên erebî: Di xwepêşandanên li Siweydayê de banga hilweşandina El-Esed hat kirin
7 sibat, 2022   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SAZIYÊN REJÎMÊ LI HEMBER XWEPÊŞANDANÊN LI SWEYDAYÊ KETIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî xwepêşandanên li başûrê Sûriyê wiha nivisî: “Piştî ku xwepêşandanên li Sweydayê li dijî biryarên hikumetê ku beşeke mezin ji şêniyan ji alîkariyê bêpar hişt, berfirehtir bûn û xwepêşandêran banga hilweşandina rejîma Sûriyê kir. Saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê li derdora qaymeqamtiya Sweydayê belav bûn û sekvan li ser avahiyên saziyên hikumetê bi cih kirin.

Li gorî malperên tevna civakî koma bi navê Hêzên Fehid û sivîlên din rêya Şam-Sweydayê li nêzî pira Merdek qut kir.

Xwepêşandan piştî bangewaziyên lidarxistina wê di duşemê de bi dawî bû. Şêniyan careke din rêya Şam-Sweydayê vekir.”

‘NAMZETIYA ZÊBARÎ HAT RAWESTANDIN HETA KU BIRYAREK DER BARÊ WÎ DE BÊ DAYÎN’

Der barê rojeva Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dadgeha Federal a Iraqê parlamento bi pirsgirêkeke girêk re rû bi rû hişt. Yan wê namzetiya namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) qebûl bike yan jî kesekî din erkdar bike.

Mesûd Barzanî li şûna ku bi Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re li ser piştgiriya serokê heyî Berhem Salih li hev bike, xalê xwe Hoşyar Zêbarî kir namzetê PDK`ê yê serokatiya Iraqê.

Namzetiya Hoşyar Zêbarî krîzeke siyasî ya mezin çêkir piştî ku di 2016`an de dema wezîr bû, bawerî jê hat kişandin di encama tawanên gendeliyê de.

Serokê Şepêla El-Sadr Muqteda El-Sadr piştgiriya xwe ji Zêbarî kişand û li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Heke namzetê PDK`ê ne xwedî şertên serokkomariyê be, ez bang li parlamenteran dikim ku deng nedinê.”

Ji bo serokatiya Iraqê 25 namzet navê xwe dane, lê hevrikiya sereke di navbera Salih û Zêbarî de ye. Divê serokkomar di 15 rojan de serokwezîrekî diyar bike ku girêdayî hevbendiya herî mezin e. Bi erkdarkirina serokwezîr e, divê serokê hikumetê di mehekê de hikumetê ava bike.”

‘QEYS SEÎD RÊ LI PÊŞIYA XURTKIRINA ÎXWANAN GIRT’

Girêdayî kar û barên Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Tunisiyan ji bo ku hesab ji dadgerên terorê bê xwestin ku girêdayî şaneyên veşartî yên Tevgera Nehda ya Îxwanî ne, xwepêşandan li dar xistin. Ev dadger bi tawanên nixumandina sûcên Îxwanan, di sêrî de bûyerên kuştinê yên siyasî, rû bi rû mane.

Serokê Tunisê Qeys Seîd duh jihevxistina Meclisa Bilind a Dadgehê ya Desteya Destûrê ya Serbixwe ragihand. Her wiha diyar kir ku ev meclis ajandeyên aliyên dûrî berjewendiya giştî pêk tînin. Seîd di dîmenekê de ku serokatiya komarê di serdana wê ya ji bo navenda Wezareta Hundirîn de weşandiye, got: “Di vê meclisê de erk tên firotin û tevgera dadweriyê li ser alîgeriyê ava bûye.”

Li gorî çavdêran, Qeys Seîd bi vê yekê rê li pêşiya kontrola Tevgera Nehda ya Îxwanî ya li ser dadgeriyê girt.”

(şx)