Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 59 kes bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li seranserî herêmê 59 kes bi vîrusa koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 59 kes bi koronayê ketin
7 sibat, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 59 kes bi vîrusa koronayê ketin û pêketiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî desteyê pêketiyê ku jiyana xwe ji dest daye, ji Qamişloyê ye. Kesên ku pê ketine 32 mêr in û 27 jin in.

Desteyê destnîşan kir ku bi vê ragihandinê re hejmara pêketiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 37 hezar û 660 nexweş. Jê hezar û 526 nexweş jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar 525 jî baş bûne.

(şx)