Siyasetmedarên Ereb û Kurd: Projeya rêber Abdullah Ocalan, projeya rûmetê ye

Siyasetmedarên Kurd û Ereb got belavbûna îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan û bandora wê li ser pêkhateyan, komploya li dijî wî têk bir û got gel heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê bidomîne.

Siyasetmedarên Ereb û Kurd: Projeya rêber Abdullah Ocalan, projeya rûmetê ye
7 sibat, 2022   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin ku bi destê gelek hêzên navneteweyî û herêmî pêk hatibû. Armanca wê jî tunekirina Kurdan li herêmê û tunekirina dîrok û çanda wan e.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şedadê Rafet Derwîş piştrast kir ku ramana rêber Abdullah Ocalan bersiva hemû pirsgirêkan in ku li Rojhilata Navîn diqewimin û got: "Di dîroka mirovahiyê de bi taybet li gel pêvajoya krîzan, rêberek ji bo çareserkirina krîzan derdiket. Îro jî taybetmendî û ramana rêber Abdullah Ocalan ji bo vê aloziyê û pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, çareserî ye."

Refet Derwîş têkildarî bandora ramana rêber Abdullah Ocalan li ser gelê Ereb got: "Eger em vegerin çend sal berê, em dibînin ku têkiliyên dîrokî yên ku pêkhateya Ereb û Kurd û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide, li ser bingeha hezkirinê ye. Lê ji dema destwerdana desthilatdariyê di navbera me de ev têkilî têk çûn. Îro em bi ramana neteweya demokratîk ku li ser fikir û felsefeya Rêbertî hatiye avakirin, di projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, dibînin ku ev têkilî wekî berê vegerîne û kes nikare înkar bike."            

Derwîş di dawiya axaftina xwe de got: "Em îro hemû pêkhate bi hev re dijîn û ez ji pêkhateya Ereb im, dikarim bibêjim ku projeya rêber Ocalan projeya rûmetê ye."

Endamê PYD'ê Fadil El-Ehmed îşaret bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a ji 23 salan ve kir û got: "Armanca wê ew e ku di şexsê rêber Ocalan de ku her tim daxwaza azadî û mafên hemû gelan dike, tevgera kurdî ya berxwedêr têk bibe."

El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Rast e Rêbertî li Îmraliyê ye, lê fikr û felsefeya wî li cîhanê belav bûye û hemû kesên fikrê wî nas dikin bandore lê dikin, ji ber ku fikrekî azad e û banga mafên hemû gelan dike ne tenê banga mafên gelê xwe dike.”

‘KOMPLO BI TÊKOŞÎNA RÊBER APO Û GELÊ KURD TÊK ÇÛ’

Girêdayî heman mijarê, hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo got: "Armanca welatên ku di sala 1999’an de ji bo dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan komplo pêk anîne; bidawîkirin û tunekirina tevgera azadiyê û gelê Kurd e. Lê belê rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê ku li ser fikr û felsefeya Rêbertî dimeşin, hemû plan û komployên li dijî gelê Kurd têk çûn.”

‘EW JI BO HEDEFGIRTINA PROJEYA RÊBERTÎ, PLANAN DIKIN’

Şêxo wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike, li dijî girtiyên siyasî bi taybet li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de sûcan dike, maf û azadiya Rêbertî binpê dike û nahêle ku kesek hevdîtinê pê re bike."

Mihemed Şêxo piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê berdewamiya komployê ye, ji bo hedefgirtina projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan e û got: "Komploger di kesayeta rêber Apo de gelên herêmê dikin hedef, ji ber ku baş dizanin ku projeya Rêbertî krîzên li Rojhilata Navîn çareser dike.”

‘EM TESLÎM NABIN’

Mihemed Şêxo destnîşan kir ku her kes dizane gelê Kurd dê li hember dewleta Tirk teslîm nebe, heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîn û berxwedanê bidomîne.

Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku erka xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest berde û piştrast kir ku dê hemleya "Dem dema azadiyê ye" bidomînin.                   

(dx)

ANHA