​​​​​​​Xwediyên sewalan piştî barîna berf û baranê kêfxweş in

Ji ber ku par baran kêm barî, xwediyên sewalan gelek zirar dît. Lê îsal bi piştgiriya Rêveberiya Xweser û barîna berf û baranê tê payîn ku rewş baş be.

​​​​​​​Xwediyên sewalan piştî barîna berf û baranê kêfxweş in
​​​​​​​Xwediyên sewalan piştî barîna berf û baranê kêfxweş in
​​​​​​​Xwediyên sewalan piştî barîna berf û baranê kêfxweş in
​​​​​​​Xwediyên sewalan piştî barîna berf û baranê kêfxweş in
​​​​​​​Xwediyên sewalan piştî barîna berf û baranê kêfxweş in
​​​​​​​Xwediyên sewalan piştî barîna berf û baranê kêfxweş in
7 sibat, 2022   07:33
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêleka çandiniyê, sewalvanî xwedî girîngiyeke mezin e, gelê herêmê mih, bizin, çêlek, mirîşk û hespan xwedî dikin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala borî rastî ziwabûnê hat, vê yekê bandor li sewalvaniyê kir, ji ber vê yekê bihayên êm zêde bû û bihayê sewalan jî kêm bû. Her wiha dorpêça li ser herêmê, bandorên mezin li xwediyên sewalan kir.

Gerînendetiya Sewalkariyê ya Herêma Cizîrê ji bo xwedîkirina sewalan, êm li xwediyên sewalan belav kir. Li gorî gerînendetiyê nêzî 30 hezar ton êm li xwediyên sewalan hat belavkirin.

Li gorî serjimariya ku ji aliyê Gerînendetiya Sewalkariyê ya Kantona Qamişloyê ve hatine amadekirin; hejmara mihan zêdetirî milyonek û 200 e û hejmara çêlekan jî 40 hezar derbas kiriye û xebata komkirina serjimariya mirîşk, bizin û hespan jî berdewam e da ku êm li gorî hejmara pez û dewar ji xwediyên sewalan re were peydakirin.

Yek ji xwediyên sewalan ê ji gundê Bezûnê yê navçeya Tirbespiyê Qusay El-Hebîb diyar kir ku mewsima par a ziwa bandoreke mezin li sewalan kir ku çavkaniya sereke ji bo aboriya şêniyên kantona Qamişloyê ye.

El-Hebîb destnîşan kir ku piştî barîna baran û berfê tê payîn ku bazara sewalan careke din geş bibe.          

Qusay El-Hebîb bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku alîkariya sektora sewalkariyê zêdetir bikin û di nava van du mehan de rêjeyeke zêde êm bidin xwediyên sewalan.

Gerînendeyê sewalkariyê yê kantona Qamişlo Mihemed Kazim diyar kir ku piştî bidawîbûna serjimariyê, ew ê piştgiriya sewalkariyê bikin û êm ji hemû xwediyên sewalan re peyda bikin.     

(dx)

ANHA