​​​​​​​Rojnamevanekî misirî: Armanca dewleta Tirk, DAIŞ`ê ji nû ve vejîne

Nivîskar û rojnamevanê misirî Mihsin Ewedellah da zanîn ku armanca ji êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengal û Mexmûrê ew e ku DAIŞ`ê ji nû ve vejîne û got ev êriş pilana dewleta Tirk û piştgiriya wê ji êrişa terorîst a  li ser girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê, eşkere dike.

​​​​​​​Rojnamevanekî misirî: Armanca dewleta Tirk, DAIŞ`ê ji nû ve vejîne
7 sibat, 2022   05:21
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Piştî serkeftina QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di têkbirina çeteyên DAIŞ`ê û binketina êrişa terorîst li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de, dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ên Başûrê Kurdistanê, kir.

Derbarê mijarê de serokê edîtora rojnameya El-Şemis News ku yekemîn rojnameya misirî ya derbarê karûbarên Kurdî – Tirkî de Mihsin Ewedellah got, piştî têkbirina plan û êrişên DAIŞ`ê li Hesek, dewleta Tirk êrişî herêmên Şengal û Mexmûrê yên Iraqê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axivî: "Tişta ku li girtîgeha Xiwêran a Hesekê rû da, bê guman plan, piştgirî û fînansekirina rejîma Erdogan ji rêxistina terorîst a DAIŞ`ê re ye."

DEWLETA TIRK DAIŞ JI BO DERXISTINA TEVLIHEVIYÊ LI HERÊMÊ BI KAR TÎNE

Ewedellah ji ANHA`yê re ev tişt got: "Her kes têkiliya girîng a di navbera rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û dewleta Tirk de dizane. Mirov dikare bibêje ku rêxistina DAIŞ`ê yek ji alav û komên alîgirên dewleta Tirk û rejîma Erdogan e."

Nivîskar û rojnamevanê misirî Ewedellah wiha pê de çû  : "Rejîma Erdogan rêxistina DAIŞ`ê di gef û derxistina metirsiyan li herêmn Rêveberiya Xweser de bi kar tîne. Di destpêka şoreşa Sûriyê de rêxistina  DAIŞ’ê baskê dewleta Tirk di serweriya li ser şoreşa Sûriyê û binketina wê de bû. Her wiha şoreşa gel a li azadiyê digere veguherandin şerê navbera sinne û şîe, kurd û ereb. Bi vê yekê tişta ku dewleta Tirk dike hewldana derxistina tevliheviyê di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Bakurê Iraqê de ye. Da ku ev herêm bibin baregehên nakokiyê û bê îstîqrar bin û berjewendiyên dewleta Tirk pêk bînin û li gorî Mîsaqa Millî ku Erdogan pê bawer e, dewleta Tirk xwe li Sûriyê û Iraqê fireh bike."

‛ARMANCA DEWLETA TIRK JI ÊRIŞAN, VEJANDINA DAIŞ`Ê YE’

Ewedellah destnîşan kir ku vejandina DAIŞ`ê armanca sereke ya dewleta Tirk e û diyar kir ku dewleta Tirk aloziyan derdixe da ku rêxistina terorîst vejîne û hêza wan vegerîne ku karibe destekê bide wan.

Ewedellah ev tişt anî ziman: "Di dema êrişa li ser girtîgeha Hesekê de dihat kirin, hêzên leşkerî ji herêmeke Rêveberiya Xweser berê xwe didan ku piştgiriyê bikin, lê dewleta Tirk a bombebaran kir. Ev yek nîşaneyeke mezin ji nîşaneyên hemû dizanin û têkiliya dewleta Tirk bi rêxistina DAIŞ’ê re eşkere dike."

Lêkolîner û rojnamevanê misirî di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "DAIŞ kurê mezin ê dewleta Tirk e nexasim ê rejîma Erdogan e. Rejîma Tirk dê her tiştî bike da ku rêxistinê ji nû ve vejîne û hêza wan kom bike da ku herêmên din li Bakurê Sûriyê û Başûrê Iraqê kontrok bike û ev jî da ku rêxistin hêza xwe kom bike."

‛HELWESTA BEXDA Û HEWLÊRÊ ŞERMOK E’

Ewedellah diyar kir ku dema rêxistina DAIŞ`ê vegere û herêmên din bixe bin serweriiya xwe dê ew herêm bikevin bin kontrola dewleta Tirk û ev tişt xuya kir: "Helwesta hikumeta Bexda û Hewlêrê bi giştî şermok e nexasim dema ku serdestiya Iraqê bi awayekî rojane ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin çi bi rêya êrişên li dijî Qendîl ku bi tawana şerê li dijî PKK`ê tê kirin û dewleta Tirk îdiya dike ku ew şerê terorê dike û di rastiyê de ew sivîlan dikuje."

Ewedellah wiha anî ziman: "Heger em li herêmên sînor ên di navbera Sûriyê û Iraqê de binêrin em ê bibînin ku ew bi temamî hatine dûrxistin. Sivîl têne kuştin. Bi vê yekê, piştî koçberiya şêniyan ji ber êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hikumetê de gund vala bûne. Li kêlek wê jî helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê cihê şoqmayînê ye ku sînorên wê tên binpêkirin. Lê her tim bersiva Herêma Kurdistanê ew e ku mijarên serweriyê girêdayî hikumeta navendî ne. Bi wê yekê re çer ku hikumeta Iraqê bê deng e, dê dagirkeriya Tirk armancên xwe di hedefgirtina herêmên bakurê Iraqê û Herêma Kurdistanê de pêk bîne."

Ewedellah di dawiyê de got, armanc ji êrişên dewleta Tirk ku serweriya DAIŞ`ê vejîne. Lê xeteriya DAIŞ’ê li ser civata navneteweyî bi giştî heye, ne tenê li ser Sûriyê û Iraqê.

(bx)

ANHA