TEV-DEM ji destpêkê heta niha

TEV-DEM hewldana avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk dike, di heman demê de li gorî geşedanên li Sûriyê tev digire. Di vê dosyayê de dê pêşketinên di dirêjahiya damezirandina tevgerê de û heta îro werin nixandin.

TEV-DEM ji destpêkê heta niha
7 sibat, 2022   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yekemîn tevger e ku birêxistinbûna civakê ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji têkoşîna xwe re bingeh girt. 2011`an TEV-DEM, têkoşîna civakî, siyasî û xweparastin wekî xetên sereke girt û heta asteke mezin jî xwe gihand hemû pêkhateyên herêmê. Ew yek bi rêya xebata rêxistinê dest pê kir, ji avakirina komînan heta bi meclisên giştî li bajar û herêman û birêxistinkirina hêzên siyasî ku nûnertiya tevahî gel di civînên navneteweyî û herêmî de bikin.

DAMEZIRANDIN Û BIRÊXISTINBÛN

2006`an bi navê “Komeleya Civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê” kevirê bingehîn ê Tevgera Civaka Demokratîk hate danîn û li ser esasê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Sûriyê hate avakirin. TEV-DEM li seranserê Sûriyê û Rojava kar û xebat bi awayekî veşartî dûrî çavên saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê meşand. Tevgerê girîngî da berfirehkirina asta têkoşîna xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hin bajarên Sûriyê, ji wan Heleb, Şam, Laziqiyê, Humis û heta Lubnan.

Di navbera salên 2006 û 2011`an de bi dehan endam û rêveberên tevgerê hatin binçavkirin, her wiha gelek endamên wê di girtîgehên hikumeta Şamê de şehîd bûn û çarenûsa endama TEV-DEM’ê Nazliye Keçel jî ne diyar e.

Di 2011`an de û da ku civaka Sûriyê ji aliyê hin hêzan ve neyê parçekirin, ji wan lihevkirinên bi armanca pêkanîna berjewendiyên dewletên derve û hundirîn, di serî de Tirkiyê li tevahiya Sûriyê û Rojava belav bûbûn, di heman demê de da ku hemû pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire nava xwe, TEV-DEM’ê xwe li gorî pêvajoyê bi rêxistin kir, nexasim piştî aloziya Sûriyê. Ji ber krîza Sûriyê rê li pêşiya destwerdanên derve û rêxistinên çeteyan û tundrawan vekir, ji wan Cebhet El-Nusra û DAIŞ. Di kongreya yekemîn a tevgerê de nav hate veguhartin û bû Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM).

TEV-DEM tevgereke civakî ye û bi armanca avakirina civakeke exlaqî-polîtîk-ekolojîk û misogerkirina azadiya jinan tê dikoşe. Tevgera Civaka Demokratîk xwe dispêre sîstema wekheviya civakî, jiyana hevbeş, rêzdayîna ji pirrengiya çandî-etnîk û parastina mafên hemû beşên civakê. Li aliyekî din jî rêzê ji baweriyan re digire û xwe ji jêr ber bi jor ve, dûrî têgeha dewletbûnê, bi rêxistin dike.

TEV-DEM kongreya xwe ya 1`emîn bi awayekî eşkere di 3`yê Tîrmeha 2011`an li Rojavayê Kurdistanê de li dar xist. Kongre li herêma Girkê Legê ya herêma Cizîrê û bi beşdariya bi dehan welatparêz, jin, ciwan, rûspî û rewşenbîran bi rê ve çû.

Li gorî tevgerê, sîstemên desthilatdar hîn jî siyaseta qirkirina gelê Kurd û yên din pêk tînin û bi vê yekê armanc dikin hebûna Kurdan tune bikin, vîna gelên din ên ku bi Kurdan re dijîn, têk bibin. Ji bo wê TEV-DEM’ê gelek rê û rêbaz danîn pêşiya xwe da ku xizmeta azadiya gelê Kurd bike.

TEV-DEM’ê di gelek waran de xwe bi pêş xist, ji destpêka damezirandina xwe ve civak bi rêxistin kir, da ku çand û nirxên demokratîk belav bibin û çanda xweparastinê bi cih bibe. Armanca tevgerê ew bû da ku rola wê ya aktîf û bandor di piştevaniya şoreşa civakê de li ser tevahî astan hebe ku bi xwe bigihîne sîstemeke siyasî ya adilane li Sûriyê bi giştî.

RÊGEZ Û ARMANCÊN TEV-DEM’Ê

TEV-DEM li gorî rêziknameya xwe ji bo jiyaneke azad, pêşxistina civakî, aborî û bilindkirina asta berhemdayînê, piştgiriya fikra demokratîk-exlaqî-siyasî û parastina maf û azadiyan, vegera hemû koçberan li welatên xwe tê dikoşe û li gorî van xalan tev digere:

Ji nîjadperestiya li ser bingeha etnîk an jî bawerî were dûrketin.

Mafên jin û ciwanan û azadiya wan, were misogerkirin, piştevaniya plan û projeyên taybet bi wan were kirin.

Azadiya giştî û mafên rêxistinên civaka sivîl werin geşkirin û parastin.

Divê garantiya mafê xebatê û avakirina zemînekê ji bo derfetan, başbûna rêbazên berhmedayînê û pêşxistina wê bi rêya perwerdeya li ser pîşesaziyê werin kirin.

Çanda demokratîk bi rêya bernameyên perwerdeyê di Akademiyên Civaka Demokratîk de were pêşxistin.

Civak di çarçoveya Saziyên Civaka Sivîl de were zanekirin û rola wê bikeve xizmeta berjewendiya giştî û edaleta civakî di avakirina yekitiya neteweyî de pêk were.

Xebata li ser pêkanîna hevgirtin û hevkariya di navbera rêxistinên civaka sivîl ji aliyekî ve û di navbera endamên wan rêxistinan de ji aliyekî din ve were kirin. Rihê hevkarî û çareserkirina nakokiyan bi rêyên dilxwazî werin geşkirin.

Rêxistinên civaka sivîl di berhemdayîn û xizmetguzariyên civakî de werin çalakkirin.

Têkiliya biratî, hevkarî û yekitiya di navbera rêxistinên civaka sivîl de li ser asta Sûriyê were xurtkirin.

Hevkarî bi rêxistinên civaka sivîl û yekitiyên karkerên herêmî û navneteweyî ve li gorî armancên neteweyî were kirin.

Piştevaniya mafên gelan di çarenûsa wan de were kirin.

Têkoşîna ji bo vegera koçber û penaberan li Rojava û Sûriyê were dayîn.

Têkoşîna ji bo tunekirina teror, bidawîkirina dagirkerî û terorê li herêmên dagirkirî were kirin.

Têkoşîna ji bo vegera ewle ya koçberan li warên xwe bi piştevaniya neteweyî were kirin.

QONAXÊN PÊŞDEÇÛNA TEV-DEM’Ê

Piştî TEV-DEM kongreya xwe ya 1`emîn li dar xist ku wekî bersivdayîna ji hemû hewldanên parçekirina civakê û hedefgirtina rêxistinbûnê re bû pêdivî bi saziyekê hebû ku wê hemêbêz bike. Bi wê re TEV-DEM’ê bû aliyekî girîng û bandorker di rewşa Sûriyê de.

TEV-DEM bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê û yekitiya mala kurdî ya li Rojava, gelek insiyatîf pêşkêş kirin, ji wan Sibata 2014`an projeya çareseriya demokratîk pêşniyar kir ku hemû aliyên siyasî, çandî, dîplomatîk û xweparastin girt nav xwe. Bi heman armancê gelek rêgez bingeh girtin, ji wan veguhestina ji serdestiyê û neteweperestiyê ber bi sîstema demokratîk û nenavendî ve, têkbirina komên tundraw, parastina yekitiya Sûriyê û rêzdayîna ji pirrengiya civaka sûrî re.

TEV-DEM ji destpêka hatiye damezrandin ve banga yekitiya mala kurdî ya li Rojava dike, lê bi ser neket, ji ber ku hin partiyên kurd girêdayî dewleta Tirk û PDK’ê ne.

Di qonaxa kongreya yekemîn a TEV-DEM’ê de, sîstema hevserokatiyê tune bû. Bi rêya desterya rêveber kar û xebat dida meşandin. Lê di kongreya 2`yemîn de 2015`an Asya Ebdullah û Aldar Xelîl ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Piraniya xebata tevgerê bi armanca rêxistinkirina komîn û meclisên bajar û herêmên Rojava bû. Bi wê re bingeha Rêveberiya Xweser hate  avakirin ku li ser bingeha fikir û felsefeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, girîngî dida rêgez û pîvanên biratiya gelan û jiyana hevbeş.

GUHERÎNA DI SAZÛMANIYA TEVGERÊ DE

Piştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiyên xweser û sivîl hatin ragihandin û Meclisa Sûriya Demokratîk hate avakirin, gelek guhartin di sazûmaniya TEV-DEM’ê de çêbûn. Di kongreya 3’yemîn de ku Tebaxa 2018`an bû, tevgerê diyar kir ku hewcedariya rêxistinbûnê û siyasetê bi guhartina binesaziyê heye ku bibe sîwana saziyên civaka sivîl.

Li gorî guhartinê, tevgerê yekitî, sandîke û ode ava kirin da ku rêxistinbûyîna civaka sivîl xurt bike, her wiha rêxistin û saziyên heyî ava kirin ku di binesaziya civaka demokratîk de xeta sêyemmîn in û bi wê re civak xwe bi rêxistin dike û parastina dozên xwe yên siyasî jî dike, ji wan şerê li hemberî hişmendiya baviksalarî bi rêya têkoşîna ji bo azadiyê jinê û parastina dozên neteweyî ya gelan û xebata tevlêkirina tevahî pêkhateyan.

TEV-DEM sazûmaniya nivîsgeh û komîteyên girêdayî xwe guhart, di heman demê de gelek beş vekirin, ji wan li tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nivîsgehên rêxistinî vekirin. Ji karên wê yên sereke piştgiriya yekitiyan bike, da ku rola xwe di hevkariya navbera yekitî û saziyên Rêveberiya Xweser de bilîzin. Nivîsgehên jinan hatin vekirin, ji ber ku jin pêşeng e k rêxistina wê ya taybet were avakirin û civakeke demokratîk were avakirin. Nivîsgehên ciwanan hatin vekirin, ji ber ciwan hêviya gelan in. nivîsgehên qanûnî hatin avakirin ku li giliyên welatiyan guhdar bikin û mafên wan biparêzin. Nivîsgehên perwerdê hatin avakirin ku perwerdê li er avakirina derfetan û pisporiyên fikirî û rêxistinî were dayîn. Nivîsgehên têkilayan ji bo peywendiya bi tevahî rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên herêmê re were danîn.

Niha jî 27 yekitî, rêxistin, sazî û komeleyên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana TEV-DEM’ê de ne.

BERFIREHKIRINA KAR Û XEBATA TEV-DEM’Ê LI TEVAHÎ SÛRIYÊ

4'emîn Kongreya TEV-DEM’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê bi dirûşma "Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve" di 5’ê Sibata 2022’yan de bi beşdariya 400 delegeyan, hate lidarxistin.  Tê de nûnerên ji tevahî rêxistinên siyasîû civakî, çandî, sendîka, rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û Suryan amade bûn. TEV-DEM’ê da zanîn ku ew ê xeta 3’yemîn berdewam bike, projeya sûrî ya demokratîk a nenavednî ava bike ku armancên tevahî pêkhateyên Sûriyê pêk tîne, mîna nimûneya Rêveberiya Xweser a Demokratîk.

TEV-DEM’ê da zanîn ku pêdiviya rewşa heyî bi guhartina binesazî heye, ji ber ku ew sîwana sazî, rêxistin û yekitiya civaka sivîl li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dê di çarçoveya sîwana ji tevahî saziyên sivîl ên Sûriyê de bixebire. Her wiha divê xebat li ser parastina nirx, fikirên civakî û karên dilsazoî û xêrî were kirin, mafên civakê werin parastin û ew ber bi avakirina bingehên xurt ên sîstema demokratîk ve were birêvebirin, da ku lihevkirinek di navbera berjewendiyên taybet û giştî de were çêkirin, garantiya mafan were çavdêrkirin, qebûlkirina cudabûn û pirrengiya civakî, başbûna sîstema civakî ber bi jinûve sazûmaniya zemîneke civakî li gorî berjewendiyên pirrengî û jiyana aştiyane.

Di kongreyê de beşdaran bal kişand ser girîngiya berfirehkirina meclisa giştî ya tevgerê ku hejmara endamên wê ji 64 endaman bibe 80, da ku xwe bigihînin beşeke mezin ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di dawiyê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca avakirina hevsengiya di navbera rêveberî û civakê de roleke mezin dilîze.

(eh)

ANHA