​​​​​​​PDK’ê di civîna sibe ya hilbijartina serokkomariyê de amade nabe

PDK’ê biryar da ku ew di civîna sibe ya ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê de beşdar nabe.

​​​​​​​PDK’ê di civîna sibe ya hilbijartina serokkomariyê de amade nabe
6 sibat, 2022   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

PDK’ê da zanîn ku ji bo berjewendiyên giştî û bi armanca  temamkirina şêwiran û berdewama nîqaşên di navbera partiyên siyasî de beşdarî civîna sibe ya parlamentoyê nabe.

Tê payîn sibe parlamento ji bo diyarkirina serokkomarê nû bicive.