​​​​​​​Namzetiya namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî hate rawestandin

Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya namzetê serokkomariya Iraqê yê PDK’ê Hoşyar Zêbarî rawestand. Tê payîn ku sibê parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû kom bibe.

​​​​​​​Namzetiya namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî hate rawestandin
6 sibat, 2022   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parlementoya Iraqê di 31’ê Çileyê de navên 25 namzetên ji bo serokkomariya Iraqê xwe diyar kiriye, eşkere kirin. Di nav namzetan de namzetê YNK’ê Berhem Salih û namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî jî hene.

Ji ber ku serokê parlamentoya Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê ku dosyaya wî ya gendeliyê heye qebûl kiriye, parlamenterên Iraqê Elî Turkî, Dîlan Xefur, Karwan Yarweys û Kerîm Şikur li Dadgeha Federal a Iraqê giliyê serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî kir û jê xwest lêpirsîn li gel were kirin. Dadgehê ev giliyê wan pejirand.

Dadgeha Federal a Iraqê di 3’yê Sibatê de, bi nivîsekê giliyê wan parlamentoya pêşkêşî beşa yasayî ya parlamentoyê kiri û jê xwest di nava 15 rojan de bi awayek nivîskî bersiva dadgehê bide.

Elî Turkî û Dîlan Xefûr jî li Dadgeha Keric a Bexdayê giliyê Hoşyar Zêbarî kiribû. Ji dadgehê xwestin lêpirsînê li gel namzetê PDK’ê yê ji bo serokkomariya Iraqê Hoşyar zêbarî bike. Li gorî gilînameyê, dema Hoşyar Zêbarî wezîrê karên derve yê Iraqê bû, zêdetirî 3 milyar û 700 milyon dolar winda bûye.

Îro Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê parlamenteran û kom bû. Di civînê de biryar hate dayîn ku hemû karên Hoşyar Zêbarî yên ji bo serokkomartiya Iraqê werin rawestandin.

Dadgeha Federal ya Iraqê sedema biryarê bi nebûna şert û mercên yasayî yên Hoşyar Zêbarî ve gire da. Her wiha dadgehê pejirandina namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji aliyê serokatiya parlamentoya Iraqê ve jî, wek pêngavek nedestûrî bi nav kir û ragihand ku ew biryar berevajî madeya 68’an a destûra Iraqê ye.

Dadgeha Federal ya Iraqê ragihand ku biryar li ser giliyê yasayî yê 4 parlamenterên Iraqê hatiye dayîn.

Li gorî biryara Desteya Serokatiya Parlamentoyê, divê sibê (7’ê Sibatê) serokkomarê nû yê Iraqê were hilbijartin.