​​​​​​​UNICEF bang li dewletan dike ku Eşbal El-Xîlafe hildin

UNICEF`ê bang li dewletên têkildar kir ku Eşbal El-Xîlafe hildin. Her wiha derengmayîna dewletên têkildar di vî warî de rexne kir.

​​​​​​​UNICEF bang li dewletan dike ku Eşbal El-Xîlafe hildin
6 sibat, 2022   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

UNICEF`ê duh bi zarokên ku hîna di navenda Xiwêran a li Hesekê girtî ne de civiya.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got: “Deh roj li ser wan zarokan derbas bûye, ku di şert û mercên dijwar de ne. Gelek ji wan ev çend sal in di vê navendê de ne. Ji tundiya di hundir û derveyî girtîgehê de û êrişa di navîna Çileyê de xilas bû.”

Rêxistinê wiha dom kir: “Ruxmî peydabûna gelek xebatên bingehîn, lê rewşa wan zarokan qet ne aram e. Di bingehê de diviyabû ev zarok ne li wir bana. UNICEF niha hewl dide yekser ji wan re ewlehiyê peyda bike. Em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku çareseriyên demdirêj ji bo van zarokan peyda bikin.”

Her wiha UNICEF`ê hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna istiqrarê di girtîgehê de, silav kir.

UNICEF`ê destnîşan kir ku ew amade ye alîkariyê bide da ku cihekî din ê ewle ji wan zarokan re bê peydakirin bi taybet ên ku temenê wan kêmtirî 12 salî ye û got: Nabe zarok ji ber girêdana bi komên çekdar re werin girtin. Divê ew wek qurbanên nakokiyê bên dîtin û li ser wê esasê pê re mijul bibin.

UNICEF`ê bang li dewletên ku hemwelatî û zarokên wan di nav DAIŞ`ê de di zûtirîn dem de hildin.

(şx)