Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê hedefgirtina dibistanan şermezar kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî dibistana gundê Qeramêl ê kantona Şehbayê şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku mudaxele bike û êrişan rawestîne.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê hedefgirtina dibistanan şermezar kir
6 sibat, 2022   12:15
ŞEHBA

Bi dehan mamoste û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê li pêşiya dibistana seretayî ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî hedefgirtina dibistana bi destê dewleta Tirk daxuyanî da.

Hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl û Subhî El-Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de desteyê got: “Rojhilata Navîn dergûşa şarstiyan bû, lê niha bûye qada mudaxeleyan û êrişên hovane. Bûye herêma nakokiyê di navbera hêzên dagirker ên cîhanê de. Mînaka wê jî, Efrîn di encama wan nakokiyan de hat dagirkirin.”

Desteyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê xebatên perwerdeyê li herêma Şehbayê berdewam kirin.

Desteyê daxuyan ku hemwextî salvegera dagirkirina Efrînê, hêzên tarî êrişî girtîgeha Sînaa kir û dewleta Tirk ji Dêrik heta Efrînê herêm kir hedef. Her wiha bi bîr xist ku li Şehba û navçeya Şêrawayê gundên Um Hûşê, Nêrabiyê û Rediye, dibistana gundê Qeramêl topbaran kirin. Di encamê de perwerde di wan gundan de ji ber topbaranê rawestî. »

Desteyê hedefgirtina dibistana şermezar kir û bang li NY`yê kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rewastîne.

(şx)

ANHA