Rayedarên amerîkî; ji sewqiyatên Rûsyayê diyar e ku amadekariya dagirkirinê dike

Îstixbarata Amerîkayê îdia kir, Rûsya ji bo ku Ukraynayê bi asteke mezin dagir bike, amadekariyan dike.

Rayedarên amerîkî; ji sewqiyatên Rûsyayê diyar e ku amadekariya dagirkirinê dike
6 sibat, 2022   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên amerîkî têkilî tevgera Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê agahî dane hilbijartiyên li Kongreyê û şîrîkên Ewropayê yên li DYA'yê.

Tê diyarkirin ku Moskovê 110 hezar leşker li sînorê Ukraynayê bi cih kiriye û di nav 2 heftiyan de ji bo ku operasyonek were destpêkirin ev bes e.

Rayedaran gotin îstixbarta Amerîkayê hê tespît nekiriye bê ka ji bo Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ji bo ku êrişê bîne biryar standiye yan na.

Rayedarên amerîkî li gorî tevgera leşkerî ya li ser sînorê Ukraynayê diyar kirin ku bi 150 hezar leşker, Rûsya ji bo ku di meha sibatê de dagirkeriyeke berfireh bike xwedî hêzeke têrker e.

Heman rayedaran destnîşan heke Pûtîn tercîheke radîkal bide, di nav 48 saetan de paytexta Ukrayna dikare were dorpêçkirin û serokkomar Volodîmîr Zelenskî ji desthilatê dûr bixe.

Rayedarên amerîkî daxuyand ku di şerekî wiha de dibe ku 25-50 hezar sivîl, 5 hezar-25 hezar leşkerên Ukraynî, 3-10 hezar leşkerên Rûs bimirin. Her wiha dibe ku 1-5 milyon mirov bibe penaber û piraniya van berê xwe bidin Polonyayê.

Bi çarçoweya krîza Ukraynayê DYA`yê jî leşker şande Polonyayê. Leşkerên pêşî Şemiyê gihaştin.

Rûsya dibêje ti niyeta wan nîne ku dagir bike, tenê ew dixwaze ewlehiyê mîsoger bike.

Moskovê her wiha ragihand ku bi Belarûsê re dest bi tetbîqata leşkerî kirine.