​​​​​​​Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 3`yemîn li dar xist

Beriya çend kêliyam, 3`yemîn civîna Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê bi tevlêbûna 7 rêveberiyên xweser dest pê kir. Tê payîn civîn 3 rojan berdewam bike.

​​​​​​​Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya 3`yemîn li dar xist
6 sibat, 2022   12:41
REQA

Civîn bi beşdarbûna hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, her du cîgirên hevserokatiyê Hemdan El-Ebid û Hesen Koçer, nûnerên 7 Rêveberiyên Sivîl, hevserokatiyên Desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Di civînê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid rapora siyasî xwend û tê de berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li hember êrişên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê hat silavkirin.

Di raporê de behsa geşedanên li Rojhilata Navîn hat kirin û bi şerê sêyemîn a cîhanê hat bi navkirin û îşaret bi rola hikumeta Şamê û dijminatiye wê ya bi Rêveberiya Xweser, rola dewleta Tirk di piştgiriya terorê, têkbirina projeya demokratîk a li herêmê de hat kirin. Her wiha hat gotin dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhertina demografiyê û pêkanîna sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê li herêmê pêk tîne.

Piştî wê, deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hat vekirin.

Tê payîn ku di civînê de rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, rêveberî, astengiyên li pêşiya meclisa rêveber derdikevin werin gotubêjkirin. Her wiha di dawiya civînê de dê plansaziya kar were dayîn.

(şx)

ANHA