Irfan Ebdulezîz careke din bû rêberê Tevgera Îslamî

Li Hewlêrê îro Tevgera Îslamî ya Kurdistanê 12’yemîn kongreya xwe li dar xist. Irfan Ebdulezîz careke din bû rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî.

Irfan Ebdulezîz careke din bû rêberê Tevgera Îslamî
5 sibat, 2022   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hewlêrê îro Tevgera Îslamî ya Kurdistanê 12’yemîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de tevî ku Irfan Ebdulezîz ji bo rêbertiyê ne namzet bû, lê dîsan wekî rêber hate hilbijartin.

Li gorî rêziknameya kongreyê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, divê kesê ji bo rêber bibe namzet ji sedê 50+1 deng bîne, eger ev deng neanî, kongre dikare rêberê giştî yê berê careke din weke rêber hilbijêre.

Ji ber ku di kongreyê de, Irfan Ebdulezîz ew du dembûn rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî bû, nedikarî bibe namzet, lewma tenê ji bo wezîfeya rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Kamîl Hacî Elî namzet bû. Lê nekarî dengên pêwîst bi dest bixe.

Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Irfan Ebdulezîz piştî temambûna kongreyê ji çapemeniyê re got: “Di van sindoqan de çi hebe me qebûle. Me mamoste Kamîl Hacî Elî kir serokê meclisa şûra, da ku aciz nebe.”