Panorama hefteyê: El-Bexdadî û El-Qureyşî; heman rê û hema aqûbet

Washington bi kuştina Ebû Îbrahîm El-Qureyşî derbeyek nû li çeteyên DAIŞ'ê xist. Serokê Şepêla Sedr bang li namzetên partiya xwe kir ku deng nedin namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî heger nexwedî şertên serokomariyê be.

Panorama hefteyê: El-Bexdadî û El-Qureyşî; heman rê û hema aqûbet
6 sibat, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser kuştine serokê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm El-Qureyşî, banga Sedr ku dengê xwe nedin namzetê PDK'ê, her wiha rewşa Lîbyayê.

‘EL-BEXDADÎ Û EL-QUREYŞÎ; HEMAN RÊ Û HEMA AQÛBET’

Girêdayî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Qerşî rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gel nîşaneyên zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê, DYA`yê duh serçeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Îbrahîm El-Qerşî di operasyonekê de li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê kuşt.

Li gorî amerîkiyan, El-Qureyşî ku navê wî yê rastîn Emîr Ebdurehman El-Mewle ye, li herêmeke li nêzî bajarokê Atma li nêzî sînorên Tirkiyê xwe teqandiye, piştî ku hêzên komando yên Amerîkayê cihê lê xwe veşartî, dorpêç kir.

Beriya du sal û nîvan, li devereke din a Idlibê li nêzî sînorên Tirkiyê Ebû Bekir El-Bexdadî bi heman rêbaza El-Qerşî hatibû kuştin.”

`EL-SEDR BANGA DÛRXISTINA ZÊBARÎ KIR`

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Şepela El-Sedr, Muqeta El-Sedr bang li namzetên partiya xwe kir ku deng nedin namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî heke nexwedî şertên serokkomariyê be.

El-Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Heke namzetê PDK’ê yê hevpeymanê me, ne xwediyê şertên serokkomariyê be, ez ji parlamenterên reformxwaz dixwazim ku deng nedin wî.”

 ‘PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ HEFTEYA BÊ DÊ SEROKWEZÎR HILBIJÊRE’

Li ser rojeva Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih ragihand ku wergirtina dosyayên namzetên serokatiya hikumeta nû dest pê kiriye, di heman demê de tirs zêde bûye ku parlamento li 2 hikumetan dabeş bibe.

Salih di civîna parlamentoya Lîbyayê ya li Tabruqê de piştrast kir ku meclis dê di civîna 8'ê Sibatê de serokê hikumeta nû hilbijêre û da zanîn ku parlamento dê dosyayên namzetên wergire, piştre Komîteya Nexşerêyê dê bi Meclisa Bilind a Dewletê bişêwire.

Meclisa Nûneran hefteya borî 13 şertên serokwezîriyê diyar kirin.”

ANHA