​​​​​​​Siyasetmedar: Serkeftina dawî dê QSD`ê û Rêveberiya Xweser xurtir bike

Siyasetmedar Elaedîn Xalid got, êrişa li ser girtîgeha Sînaa planeke hevbeş a dewleta Tirk û hikumeta Şamê bû û diyar kir ku hevgirtina gelê herêmê êriş têk bir.

​​​​​​​Siyasetmedar: Serkeftina dawî dê QSD`ê û Rêveberiya Xweser xurtir bike
6 sibat, 2022   07:53
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Têkildarî geşedanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê, siyasetmedar Elaedîn Xalid ji ajansa me re axivî.

Elaedîn Xalid di destpêka axaftina xwe de got, beriya êrişa şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst li ser girtîgeha Sînaa dest pê bike û beriya ku plana terorîst ku gelek alî beşdarî wê bibûn pêk were, pêşgotinên wê çi di aliyê çapemenî û leşkerî de hebûn.

Xalid êrişa di aliyê çapemenî û leşkerî de ku bi hev re dest pê kirî, pirsî û wiha domand: "Dema dewleta Tirk dît ku Rûsya û Amerîka dê derfetê nedinê ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şehba û herêmên din ên Sûriyê bike, dema ku têkilî pê re hatin qutkirin û derfet ji bo êrişan nehat dayîn, dest bi amadekariyan kir da ku êrişî girtîgeha Sînaa bike. Ew jî bi rêya topbarana bê serûber li ser herêmên Şehba, Eyn Îsa û Til Temirê. Her wiha balafirên bê mirov di hedefgirtina sivîlan de bi kar anîn. Teqîn û tevgera şaneyên veşartî li Sûriyê û Iraqê zêde bûn. Lê bi saya hevgirtin û hişyariya xelkê Hesekê, plana dijmin bi bin ket û QSD`ê û Rêveberiya Xweser bi ser ketin."

‘ŞAM Û ENQERE LI DIJÎ QSD`Ê Û RÊVEBERIYA XWESER LI HEV DICIVIN‘

Elaedîn Xalid wiha pê de çû: "Civînên ewlehiyê yên di navbera istixbaratên Sûriyê û MÎT`a Tirk de ji destpêka aloziya Sûriyê û vir ve nehatine rawestandin. Rast e ku dewleta Tirk dagirker e û dijminahî di navbera wê û hikumeta Şamê de heye, lê ew li ser hin xalên ewlehiyê li hev dikin. Ji ber ku her yekî ji wan hesabên wan hene. Ev hevdîtinên ewlehî qut nebûne. Mînaka wê jî peymana Edene û agahiyên herî dawîn beriya bûyerên Hesekê. Li gorî agahiyên ku ji hin çavkaniyan hatine bidestxistin, bi beşdarbûna hêzên ewlehiyê yên Iraq, Lubnan û Urdunê civîneke ewlehiyê li parêzgeha Eqebe ya Urdunê li dar ket."

Elaedîn Xalid teqez kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ji hev cûda ne, lê di hin xalên bi taybet li dijî QSD`ê û Rêveberiya Xweser de li hev dikin.

Elaedîn Xalid di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Di têkiliyên siyasî yên navneteweyî de hevalek dayîm yan jî dijminek dayîm tune ye. Dibe ku dijminê duh hevalê îro be û dibe ku hevalê îro dijminê sibê be. Di siyasetên navneteweyî de tiştek bi navê hest, exlaq, mirovatî tune ye. Berjewendiyên hevbeş hene. Lê têkiliyên ku min derbarê Sûriyê de bi bîr xistibûn, mirov nikare bêje ku ew bûne heval. Dibe berjewendiyên ewlehî yên hevbeş hebin û ew jî binxistina Rêveberiya Xweser û sekna li dijî QSD`ê ye, her wiha derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên civaka sûrî de ye."

Xalid behsa aloziyên li Tirkiyê kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk ji projeya demokratîk ditirse ku bighêje wê. Derxistina aloziyên hundirîn ên siyasî, civakî û aborî ku niha em li Sûriyê yan jî Iraq û Lîbyayê dibînin, bi van aloziyan dixwaze gelê Tirk mijûl bike û siyasetên binkeftî ku Erdogan pêk tîne, binuxmîne. Êdî dostên Erdogan neman, ji ber siyasetên wî yên har. Xwe wek xelîfeta mislimanan dibîne û hewl dide timayên xîlafeta osmaniyan vejîne û bendên Mîsaqa Millî pêk bîne."

`DUALÎTEYA PÎVAN Û BERJEWENDIYÊN SIYASÎ`

Elaedîn Xalid îşaret bi dualîteya pîvanan kir û got: "Siyaset berjewendî ne. Dema ku ev hêzên terorîst êrişî hêzên hikumeta Şamê, hêzên Rûsya û Îranê dikin, ji wan re dibêjin hêzên terorîst û ev hêz di nava lîsteyên terorê de ne. Lê dema ku heman êrişî Rêveberiya Xweser û QSD`ê dikin, ji wan re dibêjin "berxwedana gel". Ev tê wateya dualîteya pîvanan û berjewendiyên siyasî. Terorsît ji herêmên dagirkirî yên Serêkaniyê û Girê Spî şandin Cerablus û Efrînê. Niha jî bi awayekî eşkere ku çeteyên DAIŞ`ê ne di nav komên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk de cih digirin."

Xalid bal kişand ser pirsgirêka hebûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Ev herêm hê jî di bin serweriya DAIŞ`ê de ye. Heta niha hikumeta Şamê nekariye wan têk bibe, gelo çima? Gelo qezenceke wan di vê yekê de heye? Gelek sedem û dûrahiyên siyasî ji yên ku di porpaganadayê de xuya dibin, hene."

Siyasetmedar Eladîn Xalid wiha domand: "Helwesta QSD`ê ji berê de xurt e, lê bi binketina plana DAIŞ`ê li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî hê xurtir bû. Vê serkeftinê helwesta Rêveberiya Xweser jî li ser asta navneteweyî xurtir kir."

Bi nêrîna Xalid binkeftina DAIŞ`ê, dê Amerîka, Fransa û Brîtanyayê neçar bike ku siyasetên xwe yên xwecihî û navneteweyî li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warên leşkerî, siyasî, civakî, ewlehî û aborî de biguherin.

(bx)

ANHA