Xerîb Hiso û Rûken Ehmed bûn hevserokên TEV-DEM'ê

Xerîb Hiso û Rûken Ehmed ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê hatin hilbijartin.

Xerîb Hiso û Rûken Ehmed bûn hevserokên TEV-DEM'ê
5 sibat, 2022   17:48
QAMIŞLO

4'emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê bi dirûşmeya "Bi çanda demokratîk bi saziyên demokratîk pêş dikeve" bi beşdariya 400 delegeyan, hate lidarxistin.

Di kongreyê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya berfirehkirina meclisa giştî ya tevgerê ku hejmara endamên wê ji 64 endaman bibe 80, da ku xwe bigihînin beşeke mezin ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di kongreyê de hilbijartin pêk hatin, Xerîb Hiso û Rûken Ehmed ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê hatin hilbijartin.

RÛKEN EHMED KÎ YE?

Rûken Ehmed ji bajarê Kobanê ye. Sala 1993`an dest bi xebata şoreşgerî dike û li hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ji wan Minbic, Şam û Heleb dixebite. Di sala 2005'an de cihê xwe di Kongra Star de digire û roleke aktîv di pêşxistin û xurttkirina jinan, bi taybet jinên Ereb de dilîze. Di sala 2011`an de bi awayekî fermî tev li TEV-DEM'ê dibe. Bi vê yekê weke endama rêveber a Kongra Star û TEV-DEM dixebite.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Kobanê re di 27`ê Çileya 2014`an de, Rûken Ehmed weke cîgira hevserokatiya meclisa kantonê tê hilbijartin û di sala 2016`an de dibe cîgira hevserokatiya Rêveberiya bajarê Minbicê. 2020`an tev li Partiya Sûriya Pêşerojê dibe û weke cîgira sekretêra giştî ya partiyê tê hilbijartin. Herî dawî ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê hate hilbijartin.

XERÎB HISO KÎ YE?

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso ji civata êzidî ye. Hiso sala 1967'an li gundê Qestel Cindo yê Efrînê jidayik bûye, zewicî ye û bavê 4 zarokan e, hevjîna wî hevseroka Meclisa Yekitiya Êzidiyan a Efrînê ye.

Hiso xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana gund diqedîne. Di dibistanê de ciwanan li ser fikirê azad û felsfeya neteweya demokratîk birêxistin dike.

Xerîb Hiso di sala 1984'an de an ku bi destpêka avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê, beşdarî xebatên siyasî û şoreşgerî dibe. Li ser vê yekê dibêje, li ser esasê têkoşîna li hemberî pergalên dîktator ên dagirkerên Kurdistanê yên ku binpêkirin û sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Kurdistanê dimeşînin beşdarî tev li xebata şoreşgerî bû.

Hiso di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de 3 caran ji aliyê rejîma Şamê ve hate girtin. Cara dawî di sala 2011'an de bû ku bi mehan di girtîgehê de ma.

Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Hiso xebatên xwe yên şoreşgerî û rêxistinî fireh dike, li bajarên Heleb, Bab û kantona Şehbayê civîn ji şêniyan re li dar dixe û wan bi doza kurdî, girîngiya hevgirtina pêkhateyan û fikirê neteweya demokratîk dide nasîn.

Hiso roleke sereke di avabûna Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di sala 2003'an de list û yek ji endamên wê yên sereke bû ku bê westand li gelek herêman bi taybet li Helebê kar kir.

Hiso 4 salan erka nûnertiya PYD û TEV-DEM'ê li Başûrê Kurdistanê pêk anî. Fikir û felsefeya partî û tevgerê, doza kurdî û şoreşa Rojava bi xelkê wir da nasîn. Her wiha têkilî bi gelek partî û tevgerên kurdan ên li Başûr û Iraqê ava kir.

(eh)

ANHA