Ciwanên şoreşger êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Şehba, Dêrik û Mexmûrê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, çalakiyek li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li dar xistin.

Ciwanên şoreşger êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
5 sibat, 2022   17:14
XQAMIŞLO

Beşdaran mûm vêxistin, piştre daxuyaniyek da. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Rena Hacî daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2022/02/05/162155_dsc04478.webp

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Şehba, Dêrik û Mexmûrê hatin şermezarkirin û hate gotin, êriş hemwextî komployên li dijî gelê herêmê û ya li ser rêber Abdullah Ocalan pêk hatin.

Di dawiya daxuyaniyê soza şopandina rêya şehîdan û xurtkirina têkoşînê hate dayîn.

(eh)

ANHA