Cemal Hesen bû serokê Komeleya Newroz a Çandî û Civakî

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî civîna xwe ya salane li navenda xwe ya li Beyrûtê li dar xist. Di civînê de Cemal Hesen ji bo serokatiya komeleyê hate hilbijartin.

Cemal Hesen bû serokê Komeleya Newroz a Çandî û Civakî
5 sibat, 2022   17:00
BEYRÛT

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya li Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn ji aliyê sekretêra komeleyê Nesrîn Biro ve hate birêvebirin. Seroka Komeleya Newroz a berê Henan Osman axivî. Henan Osman spasiya beşdaran û her du desteyên birêveber û giştî kir ku bi erka xwe rabûne.

Henan Osman ev li gotina xwe zêde kir: "Komeleyê ji destpêka avakirinê ve di 2014`an de, bi armanca xizmeta gelê Kurd ên li Lubnanê li hemberî gelek zehmetî û astengiyan sekinî."

Henan Osman bal kişand ser xebatên komeleyê di dirêjahiya 8 salên derbasbûyî de û got: "Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bûbû navenda naskirin û lidarxistina diyalogan, di heman demê de pira di navbera çandên cuda yên li Lubnanê de bû, ji wan Kurd, Ereb, Ermen û Suryan."

Serokê nû yê komeleyê Cemal Hesen piştî hate erkdarkirin axivî û li ser kar û xebata hatine kirin, spasiya Henan Osman kir.

Endamên komeleyê, dostên komeleyê û seroka Weqfeya Jîn a Jinan Bûşra Elî jî tev li civînê bûn. Bûşra Elî spasiya seroka berê Henan Osman û serokê nû kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Beşdaran hilbijartina serokê nû pîroz kir û hêviya serkeftinê kirin.

(eh)