Mezlûm Ebdî: El-Qureyşî û El-Bexdadî li derveyî herêmên di bin kontrola QSD'ê de hatin kuştin

Mezlûm Ebdî got, ji kuştina El-Qureyşî û El-Bexdadê li Idlibê diyar dibe ku DAIŞ'ê li derveyê herêmên di bin kontrola QSD'ê de parastin û piştgiriyê werdigire.

Mezlûm Ebdî: El-Qureyşî û El-Bexdadî li derveyî herêmên di bin kontrola QSD'ê de hatin kuştin
5 sibat, 2022   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser kuştina şêfê çeteyên DAIŞ'ê El-Qureyşî li herêmeke din bi dagirekeriya dewleta de, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê tiwitterê parve kir.

Mezlûm Ebdî got: "Kuştina El-Qureyşî û El-Bexdadî li Idlibê nîşan dide ku DAIŞ li derveyî herêmên di bin kontrola QSD’ê de piştgirî û parastinê werdigire. Li wir, ji komê re kampên perwerdeyê û malên ewle têne dayîn û wekî "berxwedana gel" an "komên opozisyên" têne binavkirin."

ANHA