Li Hecînê ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan konê sersaxiyê hate vedan

Li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê, ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan konê sersaxiyê hate vendan.

Li Hecînê ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan konê sersaxiyê hate vedan
5 sibat, 2022   14:21
DÊRAZOR

Meclisa herêma rojhilat a gundewarê Dêrazorê ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgha Sînaa ya li Hesekê konê sersaxiyê ji bo du rojan veda.        

Endamên saziyên sivîl, siyasî û leşkerî, ciwan herikîn bin konê sersaxiyê yê ku li navenda bajarokê Hecîn a gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatiye vedan.

Tê payîn ku saziyên sivîl, siyasî û leşkerî yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li konê sersaxiyê ji bo piştgiriya Pêngava Gurzê Gelan daxuyaniyekê bidin.

(dx)

ANHA