Li Şengalê Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate avakirin 

Li Şengalê ciwanên Ereb bi civînekê Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ava kir.

Li Şengalê Însiyatîfa Ciwanên Ereb hate avakirin 
5 sibat, 2022   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Ereb, li gundê Medîban ê Şengalê civiyan û di civînê de Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê hate ragihandin.

Di komcivînê de tevî ciwanên Ereb, endamên Yekitiya Ciwan û Jinên Ciwan ên Êzîdxanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidî (PADÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê  (YJŞ) û endamên Meclisa Gel a Şengalê û herêma Ereban amade bûn.

Li ser navê TAJÊ Riham Hicû axivî û got: “Ciwanên Ereb ên ku li herêmên dikevin ser sînorê Şengalê û rojavayê wê, divê xwe bi awayekî xurt bi rêxistin bikin. Ji ber ku di hemû aliyan de êrişên tunekirina aramiya di nav ciwanên êzidî û Ereban de heye. Di van rojên zehmet de, lazim e em hemû bi xurtî tev li kar û xebata avakirina civakeke azad û demokratîk bibin. Dubare em însiyatîfê pîroz dikin.”

Endama YJŞ’ê Ruheyv Ereb jî got: “Di serî de em avakirina vê insyatîfê li hemû Ereban bi taybet ciwanan pîroz dikin. Ciwan di vê herêmê de rolekî wan ya girîng heye. Ji ber ku ciwan bingeha parastina civakê ne. Bi taybet ji bo van herêman giringî heye, Iraq ji ber ti girîngiyê nade, ji bo wê lazime ev gav bihata avêtin.”

Li ser navê PADÊ’ê Mihemed Ferhan Salih û li ser navê Meclisa Gel a Medîbanê Xidir Salih axivîn û avakirina însiyatîfê pîroz kir. Her wiha eşîrên Ereban jî piştgiriya xwe ji insiyatîfê re diyar kir.

Li ser navê Yekitiya Ciwan û Jinên Ciwan a Êzîdxanê Sara Botan jî got: “Em vê însiyatîfê li rêber Apo pîroz dikin. Di pêvajoyeke wiha hesas de avêtina pêngavek bi vî awayî xwedî girîngiyeke mezin e. Piştî fermanê yekitiyeke xurt di nava Ereb û êzidiyan de çêbûye. Ev însiyatîf nîşaneya vê yekê ye. Ji ber ku dijmin bi zanabûn dixwazin cudahiyê bixin nava pêkhateyên Şengalê. Li ser fikra rêber Apo ciwanên Ereb xwe bi rêxistin bikin û ev gaveke mezin a pîroz e.”

Di dawiya civînê de rêziknameya Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê hate xwendin.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/qD45E1i7C78" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>