​​​​​​​Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya salane li dar dixe

Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya li bajarê Kobanê li dar dixe. Beşdarên civînê got lidarxistina civînê li Kobanê peyamek e ji bo aliyên ku şoreşa wan dikin hedef.

​​​​​​​Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya salane li dar dixe
5 sibat, 2022   08:59
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Firatê, bi amadebûna bi sedan endam û rêveberên tevgerê, civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar xist.

Civîn bi amadebûna 180 delegeyên bajarok û gundên herêmê hate lidarxistin. Di destpêka civînê de rapora salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Firatê û rewşa siyasî ya herêmê, rewşa rêxistinî ya ciwanan û xebatên sala borî hatin xwendin.

Di civînê de sînevîzyonek li ser perspektîfên rêber Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.

Beşdaran di nirxandinên xwe de da zanîn ku civîna salane ya ciwanan, peyamek e ji bo aliyên ku şoreşa wan dikin hedef.

(dx)

ANHA