‛Divê koalîsyon helwesta xwe li hember êrişên Tirkiyê zelal bike’

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso diyar kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî helwesta xwe li hemberî destekdayîna dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ'ê re zelal bike.

‛Divê koalîsyon helwesta xwe li hember êrişên Tirkiyê zelal bike’
5 sibat, 2022   09:08
HELEB – MIHEMED EBDO

Hemwextî têkbirina êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Sînaa ya Hesekê ji aliyê QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh bi balafirên şer û bêmirov li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal, Wargeha Mexmûr ên Başûrê Kurdistanê pêk anîn.

Vê yekê bi xwe re gelek pirs anîn; ya girîng helwesta Koalîsyona Navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk ku çeteyên DAIŞ’ê û piştevaniya wê ya eşkere dike.

Li ser mijarê Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso ji ANHA'yê re axivî. Eyşe Hiso di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin, bi taybet şehîdên ku fedekariyên mezin li hember êrişên rêxistina DAIŞ’ê yê terorîst di pêngava Gurzê Gelan de dane. Ew fedekarî dê di rûpelên dîrokî de werin nivîsandin ku lehengan cîhan ji teror û tundrawiyê rizgar kir."

Li ser xeteriya vegera DAIŞ’ê jî Eyşe Hiso diyar kir ku xeterî ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê dê li ser tevahî cîhanê be.

‛REJÎMA TIRKIYÊ TÊKÇÛNA DI ÊRIŞA LI SER GELAN DE ÎNKAR DIKE’

Derbarê berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Wargeha Mexmûrê Eyşe Hiso wiha domand: "Hemwextî ragihandina têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dewleta Tirk careke din li Mexmûr, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc kirin."

Hevseroka PYD'ê ev tişt got: "Dema rejîma Tirk a destpot binketina planên xwe înkar dike êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd dike, çima? Ji ber ku mayîna desthilatiya xwe ya destpor û şovenîst di qirkirina Kurdan de dibîne."

‛DÎROKA ÊRIŞÊ XWEDÎ TAYBETMENDIYÊN BARBARÎ YÊN TIRKIYÊ YE’

Li ser dîroka destpêkirina êrişa li ser girtîgeha Sînaa ku hemwextî salvegera destpêkirina êrişa li ser kantona Efrînê pêk hatin, Eyş Hiso da zanîn ne tesaduf bû û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi van sûcan dixwaze dîrokên biêş ên gelê Kurd di çarçoveya şerê derûnî ya derbekirina îstîqrara herêmên me de nûjen bike."

Eyşe Hiso di dewama axaftina xwe de got: "2022 gelek pirsgirêk ji dewleta Tirk re anîn. Ji ber hemwextî dîroka destpêkirina êrişa li ser kantona Efrînê dest bi êrişa li ser Rêveberiya Xweser kir ku ew ê vîna gelan têk bibe. Lê planên wê lê qulipîn. Ji ber ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li pêş Tevgera Azaiya Kurdistanê têk çû, li gel wê jî projeya Rêveberiya Xweser li qada navneteweyî destek wergirt û gelek destkeftî pêk anîn. Wê jî hişt hesabên dewleta Tirk li hev kevin û topbaranên bêserûber ên li ser sivîlan nîşaneya vê yekê ye."

Eyşe Hiso îşaret bi rewşa hikumeta Erdogan û ev tişt anî ziman: "Bandorên neyênî di siyasetên wê yên şaş de eşkere bûn, di serî de jî pirsgirêkên aborî ku bûne sedema paşketina destekdayîna gel ji Erdogan re. Her wiha siyasetên Tirkiyê neeşkere ne û çûna li NATO yan jî Rûsya hişt ku di rewşeke neîstîqrarî de be. Ew dixwaze li ser hemû tiştî tawîzan bide kesên piştevaniya wê li dijî kurdan de bike. Ev jî asta bêçarebûna wê xuya dike."

‛LI GEL ME BELGE HENE KU DESTEKDAYÎNA DEWLETA TIRK JI ÇALAKIYÊN DAIŞ’Ê RE ÎSBAT DIKIN’

Têkildarî helwesta Koalîsyona Navneteweyî ji van bûyeran Eyşe Hiso wiha berdewam kir: "Koalîsyona Navneteweyî li qada giştî ye û helwesta wê nîşan dide ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê ye. Lê piştî bûyerên girtîgeha Sînaa, tê texmînkirin ku ev têgeha ku li qadê belav bûye were guhartin. Divê ji bo vê mijarê bi xwedî biryaran re nîqaşên cidî û dirêj çêbibin. Em amade ne belgeyan bînin ku dewleta Tirk yekser li pey êrişên çeteyên DAIŞ’ê û çalakiyên wan in. Gelo wê demê koalîsyon dikare helwesta xwe li hember dewleta Tirk nîşan bide? Em vê yekê nizanin."

Eyşe Hiso wiha dirêjî da gotina xwe: "Êirşên li ser girtîgeha Sînna hişt ku gelek dewletên koalîsyonê daxuyaniyan bidin û dibêjin ku ew ji xeteriya li hember cîhanê metirsîdar in û divê tevahî beşdar çareseriyeke giştî bibînin. Divê mijar têkildarî herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin be. Ji ber ku bûne kaniya terorê û di rojeva nîqaşên pêşerojê de bin. Hemû dizanîn ku çete ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de hatin."

‛ŞERM E ÇETE BI "GEL" WERIN BINAVKIRIN’

Eyşe Hiso destnîşan kir ku kesên DAIŞ’ê bi "gel" nav dikin di planê de beşdar in ku alozî bi rêya serbestbedrana xetertirîn girtiyên li cîhanê belav bibe, di serî de jî rejîma Tirkiyê û hikumeta Şamê û got: "Lê hêzên me ew plan têk birin û bi ser ketin."

Der heqê helwestên li Kurdistanê de, Eyş Hiso wiha got: "PDK’ê tu bertek li hember bûyerên li dijî herêmên me nîşan neda, tevî hemû dizanin ku ne ji berxwedana qehremane ya şervanên YPJ û YPG’ê bûya Başûrê Kurdistanê ne ewle bû."

Eyşe Hiso da zanîn ku şerm e li pêş fedekariyên mezin ên gelê Kurd û li rex tevahî gelên azadîxwaz  û yên xwesteka rizgariya ji terorê dikin, çeteyên DAIŞ’ê bi "gel" were navkirin û wiha lê zêde kir: "Dîrok mîna van sûcên şermok qebûl nake."

Li ser helwesta Şamê ya berovajîkirina rastiyan Eyşe Hiso ev tişt got: "Gelo çawa êrişên DAIŞ’ê yên terorîst bi "destana Xiwêranê" tên binavkirin, gelo çawa serbir xwedî destan in?Gelo evin yên dixwazin cîhanê tarî bikin û cilên reş lê bikin çawa xwedî destan in? Em ji ragihandina hikumetê dipirsin, hûn bi van daxuyaniyan wan diparêzin?

Eyşe Hiso diyar kir ku armanca van aliyan reşkirina QSD’ê ye û wiha domand: "Bi saya hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêzên leşkerî re û serkeftina xurt a li hember DAIŞ’ê li Hesekê, ev hemû îdia û nepixandina ragihandinê hatin têkbirin."

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso wiha dawî li gotina xwe anî: "Hemû pêkhateyan di tengiyê de hev girtin, li gorî berpirsyartiyê destek danên hêzên ku nûnertiya wan dikin. Rizgrakirina herêmên dagirkirî di armancên wan hêzên ên sereke de ne."

(fr)

ANHA