Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê sê car in keçekê ji navçeya Mabeta direvînin

Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên dewleta Tirk a dagirker sê car in keçekê ji navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî direvînin û ber bi cihekî nediyar ve dibin.

Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê sê car in keçekê ji navçeya Mabeta direvînin
5 sibat, 2022   10:42
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên dewleta Tirk a dagirker welatiya bi navê Asya Ehmed Heyder ji gundê Kitix yê navçeya Mabeta revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Îstixbarata Tirk (MÎT) di rojên destpêkê yên dagirkirina Kantona Efrînê di sala 2018'an de Asya revandin û nêzî mehekê di girtîgehê de hiştin, piştre li hemberî dayîna pereyan, ew berdan. Di zîndanê gelek hatibû lêdan û îşkencekirin.

Di 28'ê Hezîrana 2021'an de cara duyemîn Asya ji aliyê çeteyên Polîsên Leşkerî ve ji mala wê ya li gundê Kitix yê navçeya Mabata hate revandin û ew birin navenda çeteyan a li navenda navçeyê û piştî sê rojan bi berdêla du hezar lîreyên tirkî, hat berdan.

Di destpêka vê me mehê de jî cara sêyemîn hat revandin û aqûbeta wê ne diyar e.

(dx)

ANHA