Rojnameyên erebî: Keştiyên şer ên Rûsyayê gihaştin Tartusê

Rojnameyên erebî têkildarî gihaştina keştiyên şer ên Rûsyayê li Tartusê, bangewaziyên El-Sedr ên ji bo ku deng nedin Hoşyar Zêbarî û geşedanên li Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Keştiyên şer ên Rûsyayê gihaştin Tartusê
Rojnameyên erebî: Keştiyên şer ên Rûsyayê gihaştin Tartusê
Rojnameyên erebî: Keştiyên şer ên Rûsyayê gihaştin Tartusê
5 sibat, 2022   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

`KEŞTIYÊN ŞER ÊN RÛSYAYÊ GIHAŞTIN BENDERA TARTUSÊ YA SÛRIYÊ`

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Wezareta Parastinê ya Rûsyayê înê ragihand ku 6 keştiyên şer gihaştine navenda lojîstîk a deryayî ya Rûsyayê ya li Tartusê.

Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Parastinê di daxuyaniyekê de got: Koma keştiyan ji 6 keştiyên mezin pêk tê; Pyotr Morgunov, Georgy Pobedonossets, Olenigorsky Gornyak, Korolev, Minsk û Kaliningrad gihaştin benderê.

Moskovê bi Şamê re lihevkirinek têkildarî firehkirina navenda lojîstîk a girêdayî hêzên deryayî yên Rûsyayê li Tartusê îmze kir. Ev lihevkirin derfetê dide ku 11 keştiyên şer heta 49 salan li bendara Tartusê bin û dibe ku ev dem heta 25 salên din were dirêjkirin.

Li gorî ku malpera Vesna roja duşemê ragihand ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyan li bendara Laziqiyê pêk tîne da ku careke din neyê topbarankirin.

Di çend hefteyên derbasbûyî de derdora bendera Laziqiyê hate hedefgirtin, lê li gorî dezgehên fermî yên Sûriyê pergala parastinê ya hewayî ya Rûsyayê ew êriş têk bir. Di encamê de agir bi qada konteyniran ket.” 

`EL-SEDR BANGA DÛRXISTINA ZÊBARÎ KIR`

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Şepela El-Sedr, Muqeta El-Sedr bang li namzetên partiya xwe kir ku deng nedin namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî heke nexwedî şertên serokkomariyê be.

El-Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Heke namzetê PDK’ê yê hevpeymanê me, ne xwediyê şertên serokkomariyê be, ez ji parlamenterên reformxwaz dixwazim ku deng nedin wî.”

‘MECLISA EWLEHIYÊ BANGA PÊKANÎNA GUHERTINÊN BERBIÇAV LI LUBNANÊ KIR’

Têkildarî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Itîhad a Îmaratê jî wiha nivisî: “Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê destnîşan kir ku divê hikumeta Lubnanê budçeyeke guncaw ji bo sala 2022`yan diyar bike, guhertinên berbiçav çêke û hilbijartinên azad û durist di wexta xwe de li dar bixe. Her wiha daxuyand ku pêwîstiya hemû aliyan bi aştiyê heye û divê liv û tevgera hêzên UNIFIL azadtir be. 

Endamên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bang li aliyên Lubnanê kir ku xwe ji nakokiyên derve biparêzin û guhertinan pêk bînin da ku desteka çalak a civata navneteweyî peyda bikin.”

(şx)