Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 76 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 76 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 76 kesên din bi vîrusa Korona ketin
4 sibat, 2022   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 76 kesên din bi vîrusa Korona ketine. Kesên bi vîrusê ketine 39 mêr û 37 jin in.

Desteya Tenduristiyê da zanîn ku li herêmên navborî tevî hejmara îro, 37 hezar û 601 kes bi vîrusê ketine, ji wan hezar û 525 mirine û 2 hezar û 525 jî baş bûne.

(eh)

ANHA