Jinên ciwan têkçûna dagirkeriyê di şerê gel ê şoreşgerî de dibînin

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bang li jin û ciwanan kir ku li hemberî hemû êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin.                                                             

Jinên ciwan têkçûna dagirkeriyê di şerê gel ê şoreşgerî de dibînin
5 sibat, 2022   02:47
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Êrişên wê hemwextî salvegera 7’emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê di sala 2015'an de û salvegera destpêkirina êrişên wê yên li ser kantona Efrînê ya dagirkirî di 20'ê Çileya 2018'an de zêde bûn.  Dewleta Tirk her wiha hewl da ji êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku di 20'ê Çileyê de pêk anî, sûdê wergire.

Siyasetmedar û çavdêr dibêjin ku êrişa çeteyên DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker pêk hat.

Beriya wê jî dewleta Tirk a dagirker di 25'ê Kanûna par de bi rêya balafirên bêmirov ên biçek li rojhilatê bajarê Kobanê êrişî malekê kir û di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn.

'JIN LI ROJAVA WÊ ZÊDETIR DESTKEFTIYAN BIDEST BIXIN '        

Endameke rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Nîroz Bozan da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û malbatên welatparêz dike hedef.

Nîroz Bozan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan û wiha axivî: "Dewleta Tirk dizane ku jin xwedî roleke mezin di nava civakê de ne, destkeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in. Rêbertî doza azadiya jinan pêşkêş kir ku wê bihêz dike ku ji bo mafên xwe tê bikoşe."

Nîroz Bozan destkeftiyên jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serkeftina wan di hemû qadan de û pêşengtiya wan a şoreşa Rojava ku bûye mînaka jinên têkoşer li Rojhilata Navîn û cîhanê nirxand.

‛JIN JI HEMÛ PÊKHATEYAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TÊ DIKOŞIN’        

Nîroz Bozan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn jinan dike hedef û wiha got: "Ji ber ku dagirkeriya Tirk ji hêz û rêxistinbûna jinan û asta ku li Rojava gihaştiye ditirse, armanca wê şikandina îradeya jinan û astengkirina rêxistinkirina wan e."

Nîroz Bozan wiha dom kir: "Dagirker çi bike bila bike, wê di planên xwe de bi ser nekeve. Em weke jinên hemû pêkhateyan bi fikir û felsefeya rêber Ocalan tê dikoşin."

Nîroz Bozan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jin ji berê de bingeha civakê ye û niha li dijî faşîzmê tê dikoşin û mafên xwe yên ku di dîrokê de ji destên wan hatine standin bi dest dixin û bi îradeya xwe ya xurt wê bi ser bikevin."

'EM Ê ŞOPDARÊN RÊYA ŞEHÎDAN Û FIKIRÊ RÊBERTÎ BIN'

Endama Tevgera Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Yara Mihemed got: "Dewleta Tirk a dagirker şerê taybet li dijî gelê herêmê, di serî de jin û ciwanan dimeşîne û dixwaze vîna gel ji holê rake û wan kontrol bikin."

Yara Mihemed bang li hemû jin û ciwanan kir ku li hemberî  dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin û got, ew ê şopdarên rêya şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan bin.

'JINÊN CIWAN WÊ LI GORÎ RÊGEZÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ TEV BİGERİN'

Endama Tevgera Jinên Ciwan a herêma Firatê Dîcle Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya îstixbarata xwe şerê xwe li herêmên dagirkirî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û jinên ciwan ji bo dûrxistina wan ji çand û îdeolojiya rêber Ocalan, dike hedef.

Dîcle Hesen got: "Dagirkeriya Tirk çi qasî şerê taybet û leşkerî li dijî gelên herêmê bimeşîne, wê nikaribe vîna wê bi taybet a jinê bişikîne. Jinên ciwan wê her tim bi rêya semîner û civînan li ser perwerdekirina civakê bixebitin û li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin."          

Dîcle Hesen anî ziman  ku divê malbat rêya rast nîşanî keç û kurên xwe bikin, da ku hay ji planên dijmin hebin û koçberiya derveyî welat sînordar bikin. Her wiha bang kir ku ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan û jiyana hevbeş, pêwîst e ciwan û jin li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan tê bikoşin.

(dx)

ANHA